NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û tê de got:
“Hevrêyê me Fedakar Heleb di çarçoveya Qonaxa Yekemîn a Berxwedanê Efrînê de li gundê Biyê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê di 9`ê Tebaxa 2018`an de di encama şerê navbera yekîneyeke me û dijmin de şehîd bûbû, em nasnameya hevrê şehîd ji gelê xwe re parve dikin.
Hevrê yê me Fedakar Heleb ku ji bajarê berxwedêr Efrîna me ji dayik bûye û xwedî malbateke bi çanda welatperwerî û ji fikra azadî a APO`yî xwe pêçandiye, mezin bûye. Hevrê Fedakar sala 2013`yan, dema ku şoreşa Rojava hîn sala xwe ya yekem temam nekiribû, bi kelecan û coşeke mezin ji bo bibe parêzvanê gelê xwe hem bi ruhî hem fîzîkî xwe bi çek kir. Di jiyana xwe ya şoreşgerane de li dijî çeteyên hov ên mîna Cebhet El Nûsra û DAIŞ`ê di gelek pêngavên leşkerî de cih girt û tecrûbeyên mezin ji van şeran wergirt kesayeta xwe milê leşkertîyê de pêş xist. Cenga wî ya mezin li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li meydana Efrînê bû.
Hevrê Fedakar bi şerkeriya xwe li dijî dijmin kedeke mezin da. Berxwedana 58 rojan a Efrînê di dîroka şoreşa me de rûpelek nû vekiribe, ev bi saya lehengên vê berxwedanê ne. Îradeya mirovan a li dijî teknîka herî pêşketî çawa dikare li ber xwe bide mînaka herî berçav e ku weke hevrêyê me Fedakar û mîna bi sedan hevrêyên me Fedakaran nîşan daye de derketiye holê.
Em di şexsê hevrê Fedakar de şehîdên Berxwedana Efrînê û hemû şehîdên xwe yên leheng ên bûn nûnerên gelê me û şoreşa me bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Em sersaxiyê ji malbata şehîdê xwe û gelê xwe re dixwazin û soza xwe dûbare dikin ku erka ku şehîdên me daye li ser milê me teqez pêk bînin.
Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Fedakar Heleb
Nav û Paşnav: Seîd Beşîr
Navê Dayikê: Sadîqe
Navê Bav: Elî
Cihê ji Dayikbûnê: Efrîn
Cîh û Dîroka Şehadetê: Efrîn 9`ê Tebaxa 2018`an.”