Şehba- Di 18’ê Nîsanê de dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê êrîşek nû li ser Şengalê dan destpêkirin. Bi armanca şermezarkirina êrîşên bê navber ên li ser Şengal û Herêmên Parastina Medyayê, her wiha ji bo piştgiriya berxwedanê Yekîtiya Êzdiyên Efrînê û Tevgera Civaka Demokratîk TEV-Dem li parka navçeya Ehdas a girêdayî kantona Şehbayê konê çalakiyê vedan. Kon wê heya sê rojan bidom e. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, axaftin hate kirin.
Di nava axaftinên ku hatine kirine de bal hat kişandin ser wate û girîngiya pêvajoya îro û gotin; “Em di pêvajoyeke gelek girîng de derbas dibin. Bi projeya netewa demoqratîk ku hemû netewan di nava xwe de dihewîne, em li dijî dagirkeriyê bisekinin.” Di heman demê de dan destnîşan kirin hemû êrîşên ku tê kirin destê PDK’ê yekser tê de heye.