AMED – Li navçeya peyas a Amedê Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) cerdevanên hevkar hedef girtin.
Çalakiyên DGH’ê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê ên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê ku ji 17’ê Nîsanê de li ser Herêmên Parastina Medya dabûn destpêkirin, berdewamin. Yekeyên Tolhildanê ya DGH’ê derbarê çalakiya ku hatî kirin de daxuyaniyeke nivîskî dan.
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye:
“Amed Kayapınar, Şehîd Rizgar Derxust 2cerdevan bûn hedefa Yekîneya me ya Tolhildanê. Li 2 cerdevanên ku li ber qeymeqamtiya Kayapınarê disekinin, ji aliyê yekeyên me de derb hatin derbkirin.
Her kesê ku xizmeta dewleta Tirk a dagirker dike bila bizane ku ew ê bibin hedefa me.”
Di daxuyaniya Yekeyên Tolhildanê de hat ragihandin ku dagirker û hevkar wê bibin hedefa wan de û destnîşan kirin ku heta êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê dewam bikin dê çalakiyên wan jî bidomin.