WUPPERTAL – Partiya Keskan a li Almanyayê hatin cem hev û beriya hilbijartinên li Elmanyayê bên kirin, mîtînga pirs û bersivan li darxistin.
Çalakgerên bi pêşengiya ciwanên Kurd li bajarê Wûppertal ê Almanyayê hatin gel hev, ji bo balê bikişînin ser polîtîkaya Almanyayê ya li Kurdistanê û sûcên şer ên dewleta Tirk, di nava çalakiyê de xebatên cuda hatin kirin.
Çalakger ketin mîtîngê û pankartên bi nivîsa “Hûn bi faşîstan re hevkariyê dikin” vekirin. Di heman demê de ciwanan bê navber dirûşmeyên “Almanya fînanse dike, Tirkiye bombe dike” berz kirin.
Çalakger bi siloganan ber bi navenda sûkê ve meşiyan û herî dawî bi siloganên “Bêjî Serok Apo, Bêjî Berxwedana Gerîla” çalakiya ciwanan bi dawî bû.