HELEB – Di pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan û Kongra-Star li Helebê meşa rûmetê ya li dijî dagirkeriyê hate li darxistin.
Îro Yekîtiya Jinên Ciwan û Kongra-Star, ji bo xwedî derketina li berxwedana gerîla, piştgirîdayîna tevahî ciwanên ku tevlî seferberiyê bûne û şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastina Medya meşa bi navê Meşa Rûmetê li darxsitin.
Meş li pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger destpêkir, bi tevlîbûna sedan ciwan, jinên ciwan û gel ve meş hate li darxistin. Meş bi deqeyekê rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên şoreşê destpêkir. Piştre bi axaftinan çalakiyê berdewam kir.
Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Hêva Bekir axivî û destnîşan kir ku PDK’ê ne tenê îxanetê dike, PDK’ê dijminatiya Kurdan û dostên wê ve dike û got; “Em weke jinên ciwan û ciwanên Kurdistanê li hember hemû êrîşên dagirkeriyê tevlî seferberiyê dibin. Heman demê de em li hember PDK’ê xwedî helwestên tundin, ji ber ku PDK’ê ne tenê xayîne, PDK’ê dijminê me ye.” Her wiha li ser navê Kongra-Star Emîne Xidir axivî û da diyarkirin ku gelê kurd û jinên wê ve bi rihê xwe yê berxwedanê tên naskirin û berdewamiya wê got; “Di dîroka mirovahiyê de kesî bi qasî gel û jinên Kurd ve nikariye berxwe bide, em îro bi hêzeke mezin li hember dijminê herî hov disekinin û şer dikin. Heman demê de em hêza xwe ji gerîla digirin.”
Herî dawî meş bi siloganên “Bêjî Serok Apo, Bêjî Berxwedana Gerîla, Bimire dagirkerî” bi dawî bû.