KOBANÊ – Di bin dirûşmeya “werin Cenga Azadiyê û xiyanetê têkbibin” de, di pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan de li Kobanê kona rûniştandinê hate vegirtin.
Li navçeya Qenayê ya Kobanê, ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê yên li ser çiyayê Kurdsitanê û Şengalê ve, heman demê de piştgirîdayîna berxwedana gel û gerîla ve kon vegirtin.
Çalakiya kon vegirtinê ku du rojan dewam bike, di roja xwe ya yekemîn de, destpêkê bi deqeyeke rêzgirtin destpêkir, piştre li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Rengîn Osê daxuyanî da. Di daxuyaniya xwe de bal kişand ser dijminatiya PDK’ê ya li hember gelê kurd û gerîlayan ve.