NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrîn bi daxuyeniyekê çalakiyên ku li dijî dagirkeran hatî kirin ragihandin.
Bi tevahî daxuyanî wiha ye;
Li rojên 6 û 7ê Gulanê, li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên bersivdayinê hatin lidar xistin.
Li roja 6ê Gulanê li herêma Babê baregehek artêşa Tirk bi du çalakiyan hat hedef kirin. Di wan her du çalakiyan de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin.
Li roja 7ê Gulanê li herêma Babê baregehek din jî hat hedef girtin. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên dagirker hatin kuştin. Li heman rojê li xeta Marê çalakiyek sekvanî hat lidar xistin. Di vê çalakiyê de 1 çete hat kuştin.
Dîsa li roja 7ê Gulanê li herêma Efrînê dronek artêşa Tirk hat xistin. Di wan çalakiyan de bi giştî, 5 leşkerên Tirk û 1 çete hatin kuştin.