KOBANÊ – Kevana zêrîn bi tevgera Mezopotamyayê re şehîd Hozan Mizgîn bi bîranî.
Tevgera Kevana Zêrîn bi Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê /TEV ÇAND/ li bajarê Kobanê li Navenda Çand û Hunerê ya Bakî Xido 30’yemîn salvegera şihadeta rêheval Mizgîn bi bîranî. Di heman demê de bi dehan kes û hunermendên Kobanê beşdarî bîranîna şehîd Mizgîn bûn.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin destpêkir, piştre axatin hat kirin, di nava axaftinên ku hatine kirin de hat diyarkirin ku, ruh û sekna şehîd Mizgîn ji bo wan bûye çavkaniya hêz û baweriyê, di heman demê de dan diyarkirin ku wê heya dawiyê li ser riya şehîd Mizgîn dewam bikin.
Herî dawî çalakî bi stran gotinê bi dawî bû.