NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya dagirker û hevkarê wê PDK’ê yê ku ji 17’ê Nîsanê de li ser Herêmên Parastina Medyayê daye destpêkirin. Dagirker rastî bersiveke tund hatin, hem ji aliyê gerîlayên azadiya Kurdistanê û hem jî di aliyê gel de. Di heman demê de ji aliyê ciwan û jinên ciwan ên Kurdistanê ve rastî heşwesteke hişk hat. Li ser vê esasê jinên ciwan ên Rojavayê Kurdistanê ku tevlî nava refên PKK’ê bûne dan destnîşan kirin divê di pêvajoyeke bi vê rengî de ku dixwaze gelê kurd û tevgera azadiyê ve qir bike, ciwan bê deng nemînin û gotin; “Em bang li ciwanan dikin ku werin tevlî gerîla bibin, ji bo ew jî li dijî êrîşên Tirkiyê şer bikin. Ji ber ku pêwîste êdî em bêjin bese ji Tirkiyê re. Ew dixwaze kurd tune bibin, lê gelê kurd tune nabe. Çiqas dijmin êrîş bike, em jî ewqasî li berxwe didin, em tu carî hêza xwe naxînin.”
Bersiva bangawaziyê bidin û werin tevlî nava refên gerîla bibin!
“Navê min Stêra Şêxo ye, ez ji bajarê Amûdê me. Dijmin tu carî nikare êrîşî Kurdistanê bike, ji ber hêza ciwanan li hember wî dibe asteng. Dema ku hewl bide gavên xwe jî bavêjin Kurdistanê wê gel û ciwan Kurdistanê ji wan re bikin dojeh. Dijmin nikare tu carî ser gelê Kurd mêtîngeriyê bike. Ji ber ku hêz û îradeyeke gerîla heye, ew jî li hember dijmin weke xeteriyekê ye. Îro li hember gerîla şer dike, lê nikare gavên xwe pêş de bavêje. Em bangawaziya tevahî ciwanên Kurd û cîhanê dikin ku rabin serpiyan, li hember dagirkeriyê tu carî bê deng nemînin. Em nehêlibin dijmin tu carî mafê kurdan bin pêbike. Gelê kurd ew gele ku hertim bi pêşdikeve û îradeya wê naşike. Em wisa bikin ku dijmin careke din cesaret neke bêje ku ezê gelê kurd û ciwanan ve bi binbixînim. Ji bo vê jî ciwan hemû divê rabin ser piyan û li ser bangawaziyên PKK’ê tevlî nava refên gerîla bibin.”
Divê herkes tevlî nava refên gerîla bibe!
“Navê min ya rastî Rafîqa Qasim, navê min ya tevgerî Avrîn Efrîn, ez ji Efrînê me. Sedema tevlîbûna min bandora ji hevalan bû, ji şehîdan bandor bûm. Destpêkê min heval qet nasnedikrin, piştre dema min ew naskirin, bi min re bû meraq ku ez nasbikim. Min got ezê tevlê bibim û çeka van şehîdan ve rabikim. Bangawaziya min ji bo tevahî ciwanan ewe ku werin tevlî nava refên gerîla ne.”
Çiqas dijmin êrîş bike, em jî ewqas berxwe didin!
“Nav û paşnavê min Sîlva Ehmede, navê min ya tevgerî jî Viyan Barane, ji bajarê Kobanê me. Ez bi hevaltiya PKK’ê bandor bûm, min ji PKK’ê pir hezdikir, lê min nizanîbû ku PKK’ê jî çiye, tenê min dizanîbû ku gerîla heye û hêza wan heye. Lê dema ku ez tevlê bûm min naskir ku PKK’ê çiye neçiye. Em bang li ciwanan dikin ku werin tevlî gerîla bibin, ji bo ew jî li dijî êrîşên Tirkiyê şer bikin. Ji ber ku pêwîste êdî em bêjin bese ji Tirkiyê re. Ew dixwaze kurd tune bibin, lê gelê kurd tune nabe. Çiqas dijmin êrîş bike, em jî ewqasî li berxwe didin, em tu carî hêza xwe naxînin. Bi qasî em dikarin na, xwe hîn zêdetir jê hêz bikin û li hember dijmin bisekinin. Tirkiyê çiqas êrîş bike jî, ew bi me nikare, çiqas hewldide êrîş bike, lê ew bi gerîla û PKK’ê ve nikare. Ez bangî hemû ciwanan dikim ku werin tevlî nava refên gerîla bibin.”
Mirov dikare di nava PKK’ê de bi însanekî bi cesaret!
Navê min Viyane, ez ji Rojavayê Kurdistanê me. Destpêkê qet ceserata min nînbû ku ez tevlî nava refên gerîla bibim. Ez ji zarokatiya xwe de partî nasdikim, min partî dema naskirî ez pir bandor bûm. Rêhevaltiya PKK’ê, cesaret, moral û hezkirina wê ez gelekî bandor kirim. Rastî dema mirov di nava jiyana civakî de be, ji jiyana civakî pir aciz dibe, ema rastî jî hezkirina partî pir zêde moral dide mirov. Destpêkê qet cesaret û heyecana mirovan nîne, em piştre dema ku tevlê dibe, rastî jî partî rêxistin cesaretek wisa dide mirov ku mirovan bihêz dike. Ez bangî hemû gelê Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûr dikim ku tenê yê ku we bike însanên bi cesaret tenê PKK’ê ye.