ÎRAQ – Ciwanê bi navê Mustefa Ebdulqadêr ku bi eslê xwe Îraqê ye, ji ajansa me re axivî û rewşa desthilatê Îraqê ya dawiyê vegot û destnîşan kir ku ewê niha li ser desthilatê Îraqê ye bi eslê xwe ne xelkê Îraqê ye û got; “Dewleta Îraqê çarenûsa wê ne di destê wê de ye, yanê nikare bertekan nîşan bide, zagonên Îraqê ne girêdayî Îraqê bi xwe ye, serokên ku Îraqê bi rêve dibin, ne Îraqî ne.”
Bi giştî axaftinê Mustefa Ebdulqadêr wiha ye;
“Em weke ciwanên Îraqê û herêmên Kurdistanê, vê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên ser Kurdistanê şermezar dikin. Heman demê de ev êrîşke ser hikumeta Îraqê ye jî. Heya niha armancek diyar ji van êrîşan re nehatiye dayîn. Lê ger armanca wan çi jî be, em weke gel van êrîşan red dikin. Dewleta Îraqê çarenûsa wê ne di destê wê de ye, yanê nikare bertekan nîşan bide, zagonên Îraqê ne girêdayî Îraqê bi xwe ye, serokên ku Îraqê bi rêve dibin, ne Îraqî ne, em pir kêm dibînin ku kesên welatparêz an jî kesên bi esilê xwe Îraqî welatê xwe diparêzin. Lê ew serê mezin yê ku Îraqê bi rêve dibe ne Îraqî ye. Dewletên ji derve ser Îraqê serwerin, ew jî dewletên dagirkerane. Lê piş çavên gel wisa xuya dike ku ew xwediyê Îraqê ne, lê belê ev ne raste, derewan dikin, ew ne berpirsê Îraqê ne.”
“Em weke ciwan pêwîste em destê xwe bikin yek, em gelê xwe biparêzin, em biryarên xwe bikin yek. Lê mixabin ciwanên îro di nava xwe de pir peçene, yekbûna xwe avanakin, her kes xwedî hêz û îrade ye, lê belê ew kes nîne ku pêşengtiyê bike. Hertim li bendê ne kesek were wan bi rêve bibe û wan bigihîne armanca wan. Sedema wê jî, ji ber ku ewqas desthilat zêde bûne, ew jî hertim gor xwe ciwanan didin kar kirin. Ger ku îro ewqas desthilat û partî nîn ba, wê çarenûsa tevahî gelan weke hevdu ba bi hev re jiyanek azad jiyan kiribana. Weke me destpêkê jî gotî desthilat hertim ser ciwanan serwerin, ji bo vê yekbûna ciwanan nikare xwe avabike. Aliyê din de jî welatê ereb bi awayekî giştî pir hatiye parçe kirin, hemû hêzên mÊtinger ser wê de serwerin. Hêzêke mezin pêwîste ku karibe me ji vê mêtingeriyê xilas bike. Ev şer jî ne ew şere ku hema em rahêjin çekan û li hember dijminê xwe şer bikin, ev şer şerekî bazirganî û aboriyê ye. Ji ber vê jî ger niha însanek dewlemend nebe nikare welat bi rêve bibe û bibe desthilat, ji ber vê jî feqîrtî nahêle kes bibe tişt.”