BEHDÎNAN – Hate hînbûn ku roja 13’ê Gulanê saet 13:10’an girangerîlayan bi çekên giran li baregeha Kanîmasiyê ya dewleta Tirk a dagirker xistine.
Tê gotin ku artêşa Tirk a ku ketiye nava panîkeke mezin, qada Kanîmasî û qadên gerîla yên li herêma Metîna bi balafirên şer û topan bomberdûman kiriye.
Derbarê kuştî û birîndarên artêşa Tirk de hîn agahî nehatin bidestxistin.