NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçoveya seferberiya ku Komalên Ciwan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê PDK’ê di 14’ê Nîsanê de li ser Herêmên Parastina Medyayê dabûn destpêkirin de, 50 ciwanên Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tevlî nava refên gerîla bûn. Ciwanên ereb yên ku tevlî nava refên gerîla bûne ji ajansa me re axivîn.
Ciwanên Ereb ên ku li ser esasê seferberiya ku Komalên Ciwan îlan kirî, hatine tevlî nava refên gerîla bûne ji ajansa me re axivîn, nirînên xwe anîn ser ziman û behsa sedema tevlîbûna xwe kirin. Ciwanan di axaftina xwe de anîn ser ziman ku Paradîgmaya Şaristaniya Demoqratîk a Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, yekemîn paradîgmaye ku di projeya wê di Rojhilata Navîn de bi serketiye. Herî dawî bang li ciwan û jinên ciwan kirin ku werin tevlÎ nava refên gerîla bibin.
“PKK’ê nîşanî me dide ku ew dîroka me ya veşartî çiye”
“Navê min Harûne. Ez tevlî vê tevgerî bûm, ji ber ku ez bi fikir û felsefeya Rêber Apo bandor bûm. Ez tevlî vê PKK’ê bûm, ji ber ku ev tevger fikirên wê raste, tevgereke ku ji bo tevahÎ gelê bindest rizgar bike têkoşîn dike. PKK’ê nîşanî me dide ku dîroka me ya veşartî çiye. Ji bo vê şerê dewleta Tirk ji bo tunekirina vê tevgerê ye. Lê ev tevger tu carî nayê tesfiyekirin, ji ber ku fikirên wê raste û felsefeya Rêberê wê raste. Ez bi xwe pir şanazim ku ez tevlî vê tevgerê bûme. Tevgera ku ser riyeke rast û biratiya gelan dimeşe.”
“Emê ji vê gelê re fikir û felsefeya Rêber Apo vebêjin”
“Dewleta Tirk êrîşî PKK’ê dike, ji ber ku xwedî manewiyet, îrade, û PKK’ê dizane bi kê re û çawa şer dike. PKK’ê gelan diparêze. Li ser vê esasê ez jî weke ciwanekî kuderê ji min were xwastin, ezê biçim wê derê, em ji bo gel têkoşîn dikin. Ez bi xwe serbilindim ku tevlî nava vê tevgerê bû me. Emê ji gel re fikir û felsefeya Rêber Apo vebêjin. Emê çanda rast belav bikin. Emê bi herkesî jî bidin naskirin ku em ji bo welat û şerefa xwe ve şer dikin.”
“Di Rojhilata Navîn de ev yekemîn pradîgmaye ku li ser esasê demoqrasî û biratiya gelan ve derdikeve û bi serdikeve”
“Navê min Rustem Rojava ye. Ev tevger xwedî roleke girîng û mezine, di rakirina zilma ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê de. Dema ku min heval naskirin hîn zêdetir, min di şexsê wan de tevger naskir. Dema ku hevalan di welatê me de kardikin, rêjîma Sûrî nedihêşt ku em vê tevgerê nasbikin. Ji ber ku jê ditirsiyan. Lê dema ku min naskir, min biryara xwe da ku bikevim nava vê tevgerê. Min jî xwast ez bibim kesek ji wan kesên ku zilmê li ser gelan radikin.
Heman demê de vê tevgerê da diyarkirin û ji herkesî re îspat kir ku tevgerekî mirovahiyê ye. Weke her tevgereke din ne xwedî armancên cuda ye. PKK’ê bi rastî jî da îspat kirin ku ewê koletiyê rabike û wê tevahî gelê bindest rizgar bike. Bi taybet jî projeya Rêber Apo ya Netewa Demoqratîk. Di Rojhilata Navîn de ev yekemîn pradîgmaye ku li ser esasê demoqrasî û biratiya gelan ve derdikeve û bi serdikeve.”
“Divê em vê riyê dewam bikin”
“Yan din jî ku hêştî ez ber bi vê tevgerê ve werim şehîdên wê ye. Ez bi hêzeke mezin tevlî vê tevgerî bûm. Li ruxmî ku ez ji nava civata erebanim, lê li nava PKK’ê min xwe hîs kir ku ez hîna di nava civaka xwe de me, tu ferq û cudahiyê naxin nava netewan de. Li vê derê hemû ser esasê biratiya gelan ku Rêber Apo pêşxistiye jiyan dikin.
Bangawaziya min ji bo tevahî ciwan û jinên ciwan û herkesê ku dengê me dighê wan, PKK’ê tevgerekî mirovahiyê ye, ew tevgere ku wê koletiyê bişkîne û zilma li ser gelan rabike. Ji bo vê jî em hemû destê xwe bikin û xwedî li fikirên Rêber Ocalan derbikevin. Ev fikira ku bi salana her kes dixwaze were tunekirin hîna tune nebûye, ne dewleta Tirk û ne jî tu dewleteke din nikariye tune bike. Li ser vê esasê jî divê em vê riyê dewam bikin û em bigihêjin ew armanca ku Rêber Apo xêzkiriye, ew jî netewa demoqratîk e.”