TEBQA – Yekîtiya Jinên Ciwan ên Tebqayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê ku, ji 14’ê Nîsanê de li ser Herêmên Parastina Medya dane destpêkirin şermezar kirin. Li hember wê jinên ciwan daxuyanî dan û dan diyar kirin ku..
Daxuyaniya ku hatî dayîn li Navenda Şehîd Hêlîn Cûdî, ji hêla rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Tebqayê ve hate xwandin.
Daxuyaniya ku hatî dayîn wiha ye;
Em bi navê Yekîtiya Jinên Ciwan li Tebqayê êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê ku li ser çiyayên Kurdistanê dane destpêkirin, heman demê de bombebarankirina herêmên Girê Spî, Til Temir û Serê kaniyê ve şermezar dikin. Armanc ji van êrîşan ewe ku rihê berxwedanê di nava gel de lawaz bikin, heman demê de îradeya gel û gerîla ve têk bibin. Berxwedana Gerîla li pêşiya AKP’ê weke astengiyeke mezin e. Em li ser navê xwe û hemû ciwanan didin diyarkirin ku emê heya dawiyê li kêleka berxwedana gerîla cihê xwe bigirin, û dagirkeriya li Zap, Metîna û Avaşînê ve şermezar bikin. Emê li hember hemû dagirkeran yên ku dixwazin axa me ya bi xwîna şehîdan hatiye avdan dagir bikin, xwedî sekn û helwest bin.
Herî dawî bi siloganên “Bêjî Serok Apo, Bêjî Berxwedana Gerîla û Bêjî Berxwedana Gelan” bi dawî bû.