ŞEHBA – Ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Efrînê, li dijî dagirkeriyê daxuyanî hate dayîn.
Li naveçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê, yên li ser Herêmên Parastina Medyayê, ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve daxuyanî hate dayîn.
Ciwanan di daxuyaniyê de dan diyarkirin ku 14’ê Nîsanê de 2022’an de dewleta Tirk ya dagirker û hevkarê wê PDK’ê, li dijî gerîla li Herêmên Parastina Medyayê êrîşên berfireh dane destpêkirin. Ev êrîş piştî ku dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê li hember berxwedana gel têkçû da destpêkirin. Heman demê de ji bo veşartina aloziyên hundirîn yên Tirkiyê dane destpêkirin. Ya ku dewleta Tirk jî dike ewe ku bi qirkirna Kurdan ji nû de sîstema xwe zindî bike.
Di dawiyê daxuyaniyê de ciwanan dan diyarkirin ku Tirkiya ger hemû hêza xwe bixe nava vê şerî de, dîsa jî nikare bi ser bikeve û ewê nehêlibin ku bostek ji axa wan jî ji dagirkeran re were hêştin û gotin; “Divê hemû ciwanên kurd xwedî li rûmet, hebûn û nasnameya xwe ya şoreşgerî derbikeve û ji dagirkeran re rê nede ku welatê wan dagir bike.”
Herî dawî bi siloganên “Bêjî Serok Apo, Bêjî Berxwedana Gerîla” daxuyanî bi dawî bû.