Riha – Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14’ê Hezîrana 2018’an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê d e li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 433’emîn de berdewam dike.
Malbatê, ji ber dawiya hefteyê edliye girtiye, nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê didomîne.
Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê medyayê hesabê Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, hesabê fermî yê AKP’ê û Wezareta Edaletê etîket kir û vê pêyamê parve kir: “Ji bo kesên ku têdigihîjin li ber deriyê edliyeyê bendemayîna edaletê çalakiya herî mezin e. Li holê heqîqet heye. Hemû rayedar vê heqîqetê hîn bûn. Dema ku doza nexweşxaneyê vebibe wê dinya kesên ku sûcê mirovahiyê pêk anîne di weşana zindî de bişopînin.”