AMED – Yekîneya DGH Sekvan Amedê li navçeya Rezan a Amedê li dijî qereqola polîsên dagirker çalakiyek li dar xistin. Hate diyarkirin ku di çalakiya ku hate kirin de 3 polîsên dagirker birîndar bûne û çalakî ji bo tolhildana şehîdên meha Gulanê hatiye lidarxistin.
Daxuyaniya Yekîneya DGH Sekvan Amed wiha ye;
“Li Baglarê qereqoleke polîsên dagirker ji aliyê yekîneya me ve hat hedefgirtin. Di çalakiya ku hatî lidarxistin de 3 polîsên dagirker birîndar bûn, nehate zelalkirin bê ka leşkerên birîndar mirine yan na. Ciwanên Apoyî Me ji bo tolhildana şehîdên meha Gulanê çalakiya xwe li dar xist û dê çalakiyên me bê navber jî hîna dewam bikin.