STOCKHOLM – Tevgera Ciwananên Şoreşger li paytexta Swêd Stockholmê, komînek vekirin. Komîna ciwanan di şexsê şehîd Agir Stêrk de bi tevlîbûna 20 ciwanan li Navenda Civaka Demokratîk ya Kurd hate lidarxsitin.
Kombûn bi deqeyêke rezgirtinê ji bo hemû şehîdên Kurdistanê destpêkir. Di destpêka kombûnê de siyasetmedar Senanîk Oner derbarê modernîteya kapîtalîst, û armancên wê ji tunekirina fikir û ramanên Rêber Apo û heman demê de tesfiyekirina PKK’ê çiye nirxand.
Piştî axaftina siyasî, 2 berdevkên komînê hatin hilbijartin. Berdevkên komînê soza xortkirina xebatên ciwanên ku li dîaspora dijîn, kirin.
Di dawî de aktîvîst Çekdar Serhed derbarê rêxistinbuyîna ciwanên Swêd de axivî. Ciwanê bi navê Alî Dêrîk jî bang li hemû ciwanên Kurd kir da ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bibin xwedî helwest û tekoşînê xurt bikin.