NAVENDA NÛÇEYAN –
Li Başûrê Kurdistanê li şûna ku rastiyan derxîn holê û bi wan re rû bi rû bên, rastiya dinûximînin û didin veşartin. Yek ji mînakên wê yên herî biêş jî şehîdên komkujiya Hewlêrê ne. Beriya 25 salan çekdarên PDK’ê, li ser telîmata fermandarê xwe tevlî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bûn, bi artêşa Tirk ya dagirker re li dijî gerîla şer kirin. Di hevdîtinên ku di navbera PDK’ê û dewleta Tirk ya dagirker de dihatin çêkirin, mijara sereke hertim Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bûn. Li hember îdeolojiya PKK’ê ya azadiyê, xeta îdeolojiya lîberal xwastin ferz bikin û bi vê yekê PKK’ê tesfiye bikin. Di heman demê de tenê bi êrîşkirina ser Gerîlayên Azadiya Kurdistanê re sînordar neman, girêdayî saziyên şerê taybet ya dewleta Tirk, bi navê Kontra Gerîla, xwastin hemû gelên welatparêz bixin bi serweriya xwe de.
Komkujiya Hewlêrî sûceke ku heta roja me ya îro, civaka Hewlêrê pê nebihîstî. Dîrok hertim li berxwe dide, ev bû 23’ê sal, lê dîsa jî di nava dilên azadîxwazan de weke birînekê maye û her lêdide. Dema ku Partiya Demoqratîk ya Kurdistanê PDK’ê avabûye, ji bo kurdan bi xwe re hêviyek avakir, ji ber ku bedewariyê gelê Kurd ji vê partiyê ew bû ku ew ji bo gelê Kurd têkoşîn bike. Hêvî dikirin ku ewê bibe partiyek ji bo xwaseriya gelê Kurd têkoşîn bike. Lê hîna ji ezmûnên destpêkê de, berovajiya vê rastiya ku kurd bendê bûn derket pêş. Cara destpêkê beriya ku bi têkoşîna gelê Kurd bifkire bi berjewandiyên xwe yên şexsî û malbatî ve fikrî û li ser vê bingehê bi dagirkeriyê re kete nava lihevkirinên qirêj.
Komkujiya Hewlêrê
Piştî hevdîtinên ku pêkhatine bi du rojan, li Hewlêrê di 16’ê Gulana 1997’an de, çekdarên PDK’ê êrîşî, navenda Yekîtiya Niştîmaniya Demoqratîk a Kurdistanê, Navenda Çanda Mazopotamya, Yekîtiya Jinên Azadîxwazên Kurdistanê, Nexwaşxaneya ku gerîlayên birîndar li wê derman dibûn û rojnameya welat kirin. Li gorî belgeyan di encama êrîşên ku pêkahtine de, nêzî 83’ê kes birîndar bûn, ji bilî wê rojnemevan, siyasetmedar û hunermend ve hatin kuştin. Gelek kes şehîd bû û hinek jî winda bûn, yên ku winda bûne heya niha çarenûsa wan ne diyare, nehatiye zelalkirin bê ka ew hatine şehîd xistin an jî li gel wan girtî ne.
Qirkirinên ku pêkhatine di nava gel de agirên tolhildanê geş kir, bû sedem ku gel li hember van hemû polîtîkayan protesto bikin. tevî ku şert û mercên siyasî yên wê demê ne guncav bû, lê dîsa jî li Silêmaniyê gel daketin qadan û sûcên ku hatine kirin şermezar kirin. Ji salên 2000’î û vir ve, ji bo zelalkirina vê komkujiyê û doza zarokên xwe yên windayî vebikin, rêze çalakî li darxistin.
Tolhildana Binkeftina Artêşa Tirk
Kesên ku vê komkujiyê dinirxînin, dan zanîn ku armanca pêkanîna vê komkujiya girêdayî têkçûna artêşa Tirk ya li hember berxwedana gerîla ye. Şahîdên komkujiyê radixînin holê ku mîtên Tirk jî di nava pêşemergeyan de cihê xwe digrin û bi hev re van polîtîkayên qirêj pêktînin. Piştî 25 salan, cihê ku qirkirin lê pêkhatiye hatin hilweşandin.