KOBANÊ – Li navçeya Şêranê ya Kobanê, îro li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriyê re kon hate vedan. Ji Kongreya Star, Saziya Çand û Hunerê ya Baqî Xido û partiyên siyasî gelek kes tevlî çalakiyê bûn.
Konê çalakiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jin ên Ciwan hate xemilandin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, bi navê çalakgeran Firyal Temî daxuyaniyek da.
Firyal Temî bal kişand ser seferberiya ku bi pêşengiya tevgerên ciwanan ve beriya 20 rojan hate ragihandin û anî ziman ku ciwan deyndarê gerîla ne.
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Firyal Temî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên qedexekirî yên kîmyewî êrişî gerîla dike, PDK’ê jî piştgiriya dagirkeran dike û êriş şermezar kir.
Çalakiya kon wê 2 rojan dewam bike.