QAMIŞLO – Îro bi sedan şêniyên navçeya Til Koçer a bajarê Qamişlo, endamên saziyên sivîl, kesayetên siyasî û rûspiyên eşîrên herêmê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meşiyan.
Meş li têketina navçeyê dest pê kir û li qada navçeyê veguherî mitîngê.
Di dawiya mitîngê de beşdaran berxwedana Rêberê Gelan Abdullah Ocalan silav kirin û dirûşmên “Azadî ji bo Ocalan, Na ji tecrîda li Îmraliyê re” berz kirin.