REQA – Yekîtiya Jinên Ciwan ên Reqayê bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê û piştgirîdayîna berxwedana gerîla meşeke girseyî li darxistin.
Di çarçoveya rêzeçalakiyên ku di bin navê seferberiyê de hatine plankirin, Yekîtiya Jinên Ciwan ên Reqayê, bi jinên ciwan ên Tebqayê re, û bi kombûyîna jinên ji rêxistina Zenûbiya xwepêşandanke li darxistin. Çalakiya ku di pêşengtiya jinên ciwan de hatî li darxistin bi armanca şermezarkirina êrîşên dagikeriya dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê, yên ser Herêmên Parastina Medyayê bû.
Jinan di meşê de wêneyê şehîdan rakirin, heman demê de alên ku wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li ser wê heye û alên Yekîtiya Jinên Ciwan ve hildan. Meşa jinên ciwan di nava kolanên Reqayê de coşek da gelê herêmê. Piştre bi siloganên weke “Bêjî Serok Apo, Bêjî Berxwedana Gerîla” jinên ciwan berê xwe dan parka Reşîd.
Li cihê kombûyînê destpêkê tevahî çalakvan deqeyekê rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên azadiyê seknînin. Piştre li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Bûşra Elelî axafî, di axaftina xwe de Bûşra da diyarkirin ku dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze me bitirsîne, me bê îrade bike, lê berxwedana gerîla li pêşiya wê dibe asteng. Di heman demê de da destnîşan kirin ku divê hertim piştgirî ji berxwedana gerîla re bê kirin, ji ber ku bi berxwedana gerîla em dikarin faşîzmê birûxînin, bi rihê gerîla em dikarin tevahî gelê Rojhilata Navîn biparêzin.
Herî dawî Bûşra da diyarkirin ku, divê li hember pêvajoyeke bi vê rengî tevahî jin û jinên ciwan ên Bakur- Rojhilatê Sûriyê bi erka xwe ya dîrokî rabin, ew jî cihê xwe di nava berxwedanê de bigirin. Di dawiyê de jî bal kişand ser parastina welat û weke rêgezeke bingehîn ji bo serkeftinê pênase kir.