NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û şerê li dijî dagirkeriyê, gotarek nivîsî. Di gotarê de ku li ser malpera înternetê ya PKK’ê hate weşandin, wiha hate gotin: “Şerekî giran diqewime ku 17’ê Nîsanê destpê kir. Dijmin di 17’ê Nîsanê de dest bi planeke nû ya eciqandinê kir. Li ser bingeha êrişên tunekirinê yên bi plan ên dijmin, di serî de li Zap û Avaşînê, li Kurdistanê û çar aliyên cîhanê weke gel û tevgerê, di çarçoveya Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî de em berxwedaneke topyekûn dimeşînin. Gerîlayên Zap û Avaşînê bi rastî jî destanê dinviîsînin, lehengiyeke welê mezin dikin ku di dîrokê de mînaka xwe nîne. Derbên giran li êrişkarên faşîst-qirker dixin, bêrawestan, bê bêhnvedanê, şev-roj hewl didin êrişa dagirkeriyê ya qirker faşîst bişikînin, faşîzma AKP-MHP’ê li Zapê têk bibin, bi vî rengî mejî û siyaseta dewleta Tirk a qirker-faşîst ku dijminê Kurdan e, ji holê rakin.
Wê demê em ne di pêvajoyeke asayî de ne. Em di nava şer û têkoşîneke ji rêzê de nînin. Biryargeha me ya navendî ev pêvajoya şer bi gotina ‘şerê hebûn-tunebûnê, şerê man-nemanê’ pênase kir. Ev pênase rast e. Wê demê divê em bi vê yekê têbigihêjin. Eger em li vî welatî ne, li vê xakê ne û dixwazin bi rengekî azad bijîn wê demê divê em wateya vê nirxandinê zanibin, bi erk û berpirsyariya vê yekê tevbigerin û teqez bi cih bînin.
Di heman demê de biryargeha me ya navendî seferberî ragihand. Belê gelê Kurd û dostên wan ji bo vê êrişkariyê bişiikînin seferber bûne. Wê demê divê kesek li derve nemîne û li derveyî vê yekê jiyanê û kar neke. Bi vî ruhî, bi vê hestê, fikrî, nêzîkatî, feraset û rêbazê divê şoreşgeriya serketinê bê destnîşankirin.”
‘DEWLETA TIRK KREDIYA KU JÊ RE HATIYE DAYIN BI KAR TÎNE’
Dûran Kalkan diyar kir ku pêvajoya bi şerê Ûkraynayê re derkete holê, ji aliyê gelek derdoran ve tê bikaranîn û got, “Piştî ku şer dirêj bû, rewşeke nû derkete holê. Rûsyayê di 9’ê Cotmehê de di rojeke dişibe komploya li dijî Rêber Apo, xwest ku rêveberiya Ûkraynayê bêbandor bike û siyaseta li Ûkraynayê bi xwe ve girê bide. Plana xwe bi vî rengî bû. Li gorî wê jî êriş kir. Çawa ku Saddam di nava rojekê de dest danî ser Qûweytê, plana Rûsyayê jî bi heman rengî bû. Lê belê bi ser nexist. Gelek tişt kir, lê belê plana xwe teqez bêbandorkirina rêveberiya Zelenskiy bû, hedef li wir bû. Tevî ku meh di ser re derbas bûne hîn jî encamek bi dest nexistiye. Êdî ji wê armanca xwe dûr ketiye. Ew jî qebûl dike ku bi ser neketiye. Planên cuda xistiye dewrê.
Destpêka şer çavê hin derdoran tirsand, NATO jî tirsand û yekser hewl dan tedbîran werbigirin. Şerê Ûkraynayê Tirkiye jî tirsand, ji ber ku bi Rûsya û Ûkraynayê re têkiliyên xwe yên aborî û bazirganiyê gelekî zêde bû, destpêkê zerar jê dît. Lê belê her ku şer dirêj bû, ev rewş jî guherî. Di têkoşîna Ewropa, Emerîka û NATO’yê de bi berdêla ku li dijî Rûsyayê be, kredî dan dîktatoriya Erdogan-Bahçelî. Faşîzma AKP-MHP’ê jî dixwaze vê krediyê bi kar bîne. Ew jî dixwaze bi derfetên xwe yên siyasî û leşkerî qirkirina Kurdan griantir bike û vê yekê di êrişeke nû ya leşkerî de bi kar bîne.
Dewleta Tirk bi vî rengî piştgiriya jê re hatiye dayin bi kar tîne, lê belê di heman demê de ber bi şer ve tê dehfdan û teşwîqkirin. Belê şerê Ûkraynayê ji bo Rûsyayê pirsgirêka ewlekariyê ye, aliyê xwe yê pirsgirêka neteweyî heye lê belê aliyê xwe yê aborî û malî hîn bêhtir li pêş e. Bi taybetî hewldanên ji bo xwedîbûna li rê û çavkaniyên enerjiyê, cewhera têkoşîna berjewendiyan a li nava kapîtalîzmê ye. Ev aliyê şerê Ûkraynayê jî gelekî li pêş e. Di asta yekemîn de bûyîna rêya enerjiyê ye. Kî wê bibe xwediyê wê rêyê, şer niha li ser wê tê kirin. Çîn, Rûsya û her pêncên Şanghayê xwestin ku Ûkranyanê bi temamî kontrol bikin, bixin bin bandora xwe û bi vî rengî Ewropa, Emerîkayê mehkûmî gaza xwe û bazara xwe bike. Wan jî xwestin vê berevajî bikin. Dixwazin ku Rûsya û Çîn gaza xwezayî neke amûrek ji gefxwarinê, neke amûrek ji bo qezencê. Dixwazin li xwe mehkûm bikin, li xwe mecbûr bikin. Aliyekî xwe yê bi vî rengî heye û piştî ku şer dirêj bû ev sedema şer veguherî krîzê, krîza enerjiyê zêde dibe.
DEWLETA TIRK-PDK ŞEBEKEYA QAÇAXÇITIYÊ YE
Niha li rêyên nû, li çavkaniyên nû yên enerjiyê digerin. Dixwazin çavkaniyên enerjiyê, petrol-gaza li Rojhilata Navîn bêhtir bi kar bînin, bêhtir bimêtin, jê bixwin. Ji bo çavkaniyên enerjiyê bigihînin Ewropayê dixwazin rêyekê çêbikin. Li pişt dijminatiya li PKK’ê ev mesele heye. DYE, Ewropa, Elmanya, Îngilistan di ser Kurdistanê û Tirkiyeyê re dixwazin xeta gaz û petrolê ya erzan çêbikin. Ji bo vê jî bi dewleta Tirk û PDK’ê re hevkariyê dikin û dixwazin PKK’ê bê bandor bikin, bi vî rengî danheviya enerjiyê ya Rojhilata Navîn û Başûrê Asyayê bi lez bigihînin Ewropayê. Bi rêyeke bi vî rengî dixwazin xwe ji vê tengaviyê rizgar bikin. Ji bo vê jî derî li dewleta Tirk û PDK’ê vekirin, li hev civandin, piştgirî û derfet dan wan û ji aliyê leşkerî û siyasî ve dide êrişkirin. Ji wan re dibêjin, ‘êriş bikin û astengiya PKK’ê ji holê rakin’. Şebekeyeke bi vî rengî çêkirine. Ya rast, berê jî hevkariya PDK-dewleta Tirk kêm jî be dewam dikir, şebekeyeke qeçaxçitiyê ye, rewşeke qanûnî nîne, her tişt li derveyî qanûnan bi rengekî veşartî têne meşandin. Niha Ewropa jî li vê qaçaxçitiyê zêde bûye, yanî Elmanya, DYE û Îngilistan lê zêde dibin, vediguhere şebekeyeke mezin û dixwazin xwe mezintir bikin. Aliyekî êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Zapê û jinûve êrişa li dijî PKK’ê bi vî rengî ye.
Rewşeke bi vî rengî ji bo AKP-MHP û PDK’ê bi du aliyan ve kêr tê. Ya yekemîn; tengav bûne, li ber hilweşînê ne; xwe dispêrin vê hêzê û dixwazin temenê xwe dirêj bikin. Ya duyemîn; bi qaçaxçitiyê sermayeyê bi dest dixin. Ev şêweyê dizîtiyê derfetê didin vê yekê, ew jî ji ber van herdu sedeman bi hemû hêza xwe tevlî vê planê bûn û ji bo tunekirina PKK’ê dest bi êrişê kirin. Ev yek ji bo dirêjkirina temenê desthilatdariya xwe weke firsendeke nû dîtin. Di heman demê de dixwazin bi şêweyekî neqanûnî qezencê bi dest bixin.
EGER FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê TÊK BIÇE WÊ MEJÎ Û SIYASETA QIRKER JÎ BIŞIKÊ
Em nizanin bê deriyê bi şerê Ûkraynayê re hatiy vekirin wê çiqasî dewam bike, lê belê ev şer şerê dawî yê faşîzma AKP-MHP’ê ye. Eger bi ser bikeve wê karibe Rojhilata Navîn bi dest bixe. Ji xwe armanceke xwe ya bi vî rengî heye. Ji ber ku mejiyê Osmanî yê Îttîhat û Terakkî dewam dike. Mûstafa Kemal rengekî bi vî rengî da: Wiha got, ‘Em zêde nîşanî derve nedin, bila veşartî bimîne, her wiha bi yekpare em nekin, dema ku firsend dît parçe parçe bikin’. Li Hatayê kirin, li Qibrisê kirin. Niha jî li Sûriyeyê, li Kurdistanê gav bi gav bi vî rengî bi pêş ve diçin. Ew jî taktîka Mûstafa Kemal e. Ya rast encama ku ji têkçûna Şerê Cîhanê yê Yekemîn wergirtî ye. Lewma hesabekî bi vî rengî yê dewleta Tirk heye. Eger bi ser bikeve wê tevlî rewşeke wiha bibe. Lê belê eger li Zap û Avaşînê têk biçe wê li Enqereyê faşîzma AKP-MHP’ê hilweşe. Bihara 2023’an dawiya desthilatdariya heyî ye. Yanî wê hîn bêhtir şer ragihîne û xwe weke başbûx ragihîne û bêyî hilbijartinê bimeşîne, yan jî hilbijartinê qebûl bike, bi hilbijartinê wê hilweşe, yanî faşîzma AKP-MHP’ê wê ji desthilatdariyê bikeve. Pozîsyona niha bi vî rengî ye.
Ji bo PDK’ê jî mirov dikare rewşeke bi heman rengî bibêjin. Di hilbijartinên dawî de weke serketî xuya bike jî ew tenê dîmen e, aliyekî bi vî rengî yê mijarê heye, di rastiyê de zêde teşhîr bûye. Herî zêde xwe dispêre Behdînanê lê di heman demê de herî zêde li Behdînanê teşhîr bûye. Gel piştgiriyê nade, gelê ku piştgiriyê nade dibe ku sibe serî rake. Li wir jî pirsgirêka temenê desthilatdariyê heye. Di heman demê de ev hêz bi qaçaxçitiyê pereyan qezenç dikin. PDK’ê berê bi zarokên Saddam dikir, her cûre karên qirêj dikir. Niha jî bi faşîzma AKP-MHP’ê dike. Rewş dişibin hev, vê dewam dike. Sekna van a esasî ew e ku bi pereyê reş qezencê bi dest bixe. Wê jî dimeşînin. Bi tifaqeke bi vî rengî êrişî PKK’ê dikin û dixwazin hîn bêhtir qezencê bi dest bixin, talanê bikin.”
Dûran Kalkan bi bîr xist ku sala 2008’an bi êrişa li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê re xwestin PKK’ê tasfiye bikin û ev yek jî biryareke dewletê bû û wiha dewam kir, “Eger faşîzma AKP-MHP’ê di vir de bi ser nekeve wê siyaset û mejiyê dewleta Tirk a qirker ku sed sal in dijminatiyê li Kurdan dike bişikînê. Çawa ku sala 2008’an di encama têkçûna dewleta Tirk de bandora artêşê şikest, niha jî eger faşîzma AKP-MHP’ê ya şer dimeşîne têk biçe mejî û siyaseta dijminatiya li Kurdan a li Tirkiyeyê wê bişikê, di encamê de jî wê rêyeke şoreşgerî ya mezin vebe. Ne tenê faşîzma AKP-MHP’ê ji desthilatdariyê bikeve, di heman demê de wê mejî û siyaseta qirkirinê ya dijminatiya li Kurdan jî bişikê, siyaset û mejiyê Îttîhat û Terakkî wê bişikê. Ev eşkere ye, mesele gihîştiye vê astê.”
‘TEVLÎBÛNA LI SEFERBERIYÊ GIRÎNG E’
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku divê her kes xwedî li erk û berpirsyariya xwe derkeve û got, “Divê mirov ji bo şer û berxwedanê seferber bibe. Divê mirov neke wê pozîsyonê ku qala seferberiyê dike, lê belê bi cih nîne. Divê mirov tevlî seferberiyê bibe. Serketin bi vî rengî dibe. Ji ailyê ruh, hest, fikrî ve jiyana rojane divê bi vî rengî be.”
Dûran Kalkan diyar kir ku têkoşîna pêncî salî wezîfe û berpirsyariyên girîng dide wan û got, “Ji bilî serketinê rêyeke din li pêşiya me nîne. Ev serketin divê teqez misoger bibe. Ji bo vê serketinê jî em xwedî her cûre derfetane.”