MINBIC – Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Minbicê bi armanca piştevaniya berxwedana gerîlayan a li hemberî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk û PDK’ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyanî da.
Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan Şêrîn Mihemed El-Ehmed ve li pêşiya navenda yekitiyê hate xwendin. Di daxuyaniyê de piştgiriya bi gerîlayên li Zap û Metîna hate dayîn û hate gotin bi vê seferberiyê dê dewleta Tirk têk bibin.
Her wiha hate destnîşankirin ku Yekitiya Jinên Ciwan qebûl nake ku dewleta Tirk a dagirker bi hustekê ji xaka wan dagir bike û dê armancên xwe pêk neyîne, û gotin; “Emê nehêlbin ku dijmin armancên xwe li herêmên me pêkbîne.”
Yekitiya Jinên Ciwan di daxuyaniya xwe de soz dan ku dê bi îsrar bi gerîla li çiyayên Kurdistanê bisekinin, dê li gorî rêgezên parastina cewerî û fikirên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û şerê dijmin tev bigerin da ku ewlehî û aramiyê li tevahî herêman pêk bînin.
Daxuyanî bi dirûşmeyên weke “Bêjî Serok Apo, Bêjî Berxwedana Gerîla û şehîd namirin” bi dawî bû.