HELEB – Bi boneya Roja Şehîdan û bi diruşma “Bi hêza gerîla, hevgirtina gelan û bi fedekariyên şehîdên xwe em ê dagirkerî û êrişan têk bibin” Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê û Federasyona Gaziyan meşek li taxa Şêxmeqûsd li dar xist.
Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê beşdarî meşê bûn. Meş ji pêşniya hola civînan a beşê rojava yê taxa Şêxmeqûsdê dest pê kir. Di meşê de wêneyên şehîdan û posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatin hildan û diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.
Meş li qada Şehîd Gelhat a beşê rojhilatê taxê rawestiya.
Ji bo şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Paşê endamê Federasyona Gaziyan Mistefa Mihemed axivî, şehîd Hakî Karer û tevahî şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn û got: “Şehîd Hakî Karer roleke sereke di avakirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê de list. Ji 44 salan ve em li ser xeta wî û xeta şehîdên tevgerê dimeşin.”
Piştre endama Rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Roşan Mihemed got: “Em bejna xwe li hemberî hemû şehîdên parastina gelên bindest ditewînin. Li beramberî lehengiya wan ziman lawaz dibe. Şehîd di dilê me de ne.”
Çalakî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.