Estetîk weke têgeh tê çi wateyê? “Estetîk; xweşikirina jiyanêye.” Rêber APO Estetîk teoriya xweşikbûnê ye. Felsefeya Rêber APO ya jiyana azad li ser bername an jî paradîgmeya demokratîk-ekolojîk û azadiya zayendan hatiye avakirin. Rêbertî azadiya zayendan, demokrasî û ekolojiyê bi azadiya jinan ve bi dest digre û li gor vê bernameya sedsalan daye pêşxistin.
Rêbertî azadiya hemû beşên civakî bi azadiya jinan ve dide girêdan. Ji bo vê rastiyê îdeolojiya rizgariya jinê jî pêş xistiye.Di encama van aliyên bîrdozî yên bingehîn de tê armanckirin ku civaka exlaqî û polîtîk bê avakirin.
Di derbarê vê mijarê de Rêber APO wiha dinirxîne: “Li ser vê mijarê di beşên cûrbecûr de hatiye rawestîn. Tişta ez ê li vê derê bikim, wê bibe berheveke sereke. Beriya ku civaka exlaqî û polîtîk biwesifînim, ez mijarekê di berbarê cewhera wê de çiqas dubare bikim, wê ewqas di cî de be. Ew jî têkîliya derûnî (cewherî) ya civaka exlaqî û polîtîk li milekî bi qencî, dilşadî, rastî û xweşikiyê re û li milê din, têkîliya wê ya bi azadî, wekhevî û demokratiyê re ye. Qencî û dilşadî ji xwe cewherên exlaqê ne.
Rastî bi heqîqetê re girêdayî ye. Tiştekî xelete ku mirov heqîqetê li derveyî civaka exlaqî û polîtîk bihêle. Aliyên ku nikaribin civaka exlaqî û polîtîk bibînin, nikarin rastiyan jî bibînin. Xweşikî armanca têgihîştina estetîkê ye. Xweşikiya li derveyî civaka exlaqî û polîtîk weke xweşikiyê nayê hesibandin. Ji ber ku xweşikî exlaqî û polîtîk e. Têkîliya azadî, wekhevî û demokrasiyê di aliyê civaka exlaqî û polîtîkayê de divê werin nirxandin. Ti civak, bi qasî civaka exlaqî û polîtîk, ne di wê hêzê de ye ku azadiyê, wekheviyê û demokrasiyê hilberîne û pêk bîne.”
Rêbertî di axaftina xwe ya 8’ê Adara 1998’an de di paneleke televîzyonê de Bîrdoziya Rizgariya Jinê îlan kir. Bi vê îlanê re, partîbûna jinê bi awayekî giştî xiste rojevê. Lêhûrbûnekî berfireh di der barê jinê de da pêşxistin. Dibêje: gelo partiyeke jinê dibe? Partiyeke jinê divê çawa be? Derveyî PKK’ê partiyeke jinê dikare çawa be? Heke pêk were divê navê partiya jinê çi be? Bi van pirsan pêvajoyeke gelek girîng da destpêkirin. Di sala 1998’an de Rêbertî li ser îdeolojiya rizgariya jinê nirxandinên xwe yên piralî û herî sîstematîk pêşxist.
Îdelolojiya Azadiya Jinê li ser 5 xalên bingehîn tê rûnişkandin:
1-Hezkirina Welat; Kesayetên Kurd ku bê welat, bê gel, bê nasname hatine hiştin, hesteweriya afirêner a hezkirinê hatiye qetilkirin. YAJK bûn, tê wateya heta dawiyê bi rêgezên xwe ve girêdan. Pêdiviya vê rêgezê ev e: her kes dikare dev ji welatparêziyê berde, her kes dikare dev ji rêgeza welat berde, lê jin dev jê bernade. Lewma ger mînaka zewacê ya fêrbûyî jî were destnîşankirin, beriya her tiştî welatparêzî, bi welatê xwe re zewacê îfade dike. Axa xwe, welatê xwe di ser her tiştî re digire. Li beramberî vê rastiyê, kesayetên nêzî hezkirina elimî ne, yan dibin koleyên pergalên heyî yan jî dişewitin dibin xwelî. Di bin navê hezkirinê de ew komên weke xirbeyên xerabe ji Kurdan re hatiye layîqdîtin. Çiqas xweşikbûn û pêşketin hene di bin navê hezkirinê de weke ‘kuna reş’ dadiqurtîne. Di destanên Kurdan ên klasîk de jî ev rewş bi hemû şewatiya xwe derketiye holê. Mînak di destana Ehmedê Xanî ya ‘Mem û Zîn’ê de ev rastî bi awayekî balkêş li ber çavan hatiye raxistin. Di vê wateyê de hezkirina xwedî feraseta rast a ku were jiyandin, dê bi kesên bi welatê xwe re girêdayî, bi civaka xwe re girêdayî were pêşxistin û were jiyandin. Ev eşkere ye. Ji ber ku ti kes bê civak û bê welat nikare bijî. YAJK amûra feraseta hezkirinê ya bi welat û gel re girêdayî jiyîn e. Rêbertiya me di vê derbarê de dibêje: “YAJK di mirov de hesteweriyên pêşketî û afirîner bi civakîbûnê re girêdayî derdixe holê. Êdî ev jî di nava me de dibe rêgeza hezkirinê ya xwegihandina hedefê.”
2- Xwe Zanekirin; Ruxmî hemû polîtîkayên desteserkirin, dagirî û helandinê, jinên Kurd xwedî helwesta parastina çanda xwe bûne. Di vê wateyê de jinên Kurd hesteweriya welatparêziyê ya kûr radigirin. Ew jina Kurd a ku hatiye xwestin ji welat û çanda xwe qut bibe, bi têkoşîna xwe ya azadiyê li hember hemû polîtîkayên dijmin şerekî bêhempa daye destpêkirin. Gihîştina encamên serkeftî yên vî şerî bi rêxistina xweser îfadeya xwe dibîne. Rêberê me bi van nirxandinên xwe girîngiya rêgezî ya YAJK ê dide îfadekirin: “YAJK, hêza amûra welatparêzî, azadî, ji axê qutnebûn, ji gel qutnebûnê ye.” YAJK zanista rastiya şer a ku dev jê nayê berdan e. Di vê derê de şerekî Rizgariya Neteweyî heye. Ger bala xwe bidinê di PKK’ê de gotina yekem a jinê ku tê gotin “Ez dixwazin di nava şer de bim” e. Lewma her çiqas di asta hestyarî de be jî di rastiya xwe de YAJK rastiyeke şer e. Ji ber dizane derveyî vî şerî, tiştên din zêde wate îfade nakin. Di asta hestyarî de be, di asta leşkerî de be şer, ji yek rêgezên herî bingehîn ê YAJK’ê ye. Ev ne tenê di asta leşkerî de, bi taybet di nava rêxistinê de, xwedî li şerê rêxistinî û hemû pêdiviyên jiyana azad derdikeve. Ew hemû di nava feraseta şer de ne. Yanî YAJK pîlaneke wisa ya şer û têkoşînê ye.
3- Xwe Rêxistinkirin; YAJK hêza partiyê ye. Divê weke hêza herî birêxistinkirî were nirxandin. Ev hêzeke ku divê ji her kesî zêdetir bi van rêgezan ve girêdayî be. Ji ber jin encex bi rêxistinê heye. Jin bi xwe birêxistinkirinê hebûna xwe diyar dike. Baweriya jinan bi xwe bi rêxistinkirinê derdikeve holê. Jin ji ber ku derveyî hilberîn û berhemdariya jiyanê hatine hiştin, bi xwe nebawer in. Divê bi hêza xwe ya rêxistinbûyînê re vî aliyê xwe yê bêbawer jî derbas bikin. Bêyî rêxistina PKK’ê, eşkere ye ku jinek jî azad nabe. Her wiha sedema yekemîn a kesayeta YAJK’ê ev e ku divê li rêgeza rêxistinê xwedî derbikeve û ev, sedema vê girêdanê ye. Lewma kesayeta YAJK’ê divê şev û roj bibêje; “Divê ez berî her kesî û her tiştî partiyê bingeh bigrim. Ji ber ku hebûna min bi vê partîbûnê ve gengaz e.”
4- Tekoşîna Bêdawî; YAJK amûra têkbirina dagirkeriya li Kurdistanê û derbaskirina pêkanîna wê ya kolekirinê, kesayet derbasî asta mirovbûnê kirinê ye. Li hember dextên tunebûnê amûra tolhildanê ye. Di Kurdistanê de xwe rizgarkirin ji honandina koletî ya li ser zayendan hatî çêkirin e. Bi taybet tolhildana di nava malbatê de ji ‘dewleta nava malbatê’ tolhildan e. Rêxistina xweser a tolhildana ji pergalên nêr, serdest ên zayendparêziya civakî ku li ser hîmên hiyerarşiya desthilatdariya zilam dane avakirin û jinê bi hezar salan mehkûmî vê jiyana dojehî kirine, ye. Rêberê me vê rastiyê wiha formûle dike: “YAJK li hember hemû paşverûtiyan, li hember hemû ketîbûnan û di serî de li hember hemû taybetiyên zilam ên bi xetere, amûra tolhildanê ye. Bi bihêzbûna rêxistinkirina YAJK’ê û bilindkirina têkoşîna wê ve girêdayî desthilatiya zilam a ku li ser jin û civakê daye avakirin, bi taybet di xala paşverûtî û nêzikatiyên feodal ku dide der de, dê bibe xala çareseriyê û ber bi tîpên nû yên avakirina zilam ve biçe. Li beramberî vê têkoşînê ji pergala desthilatdariya zilam ya xwedî dîroka bi hezar salan dê tol were rakirin. Rêxistinbûna YAJK’ê li hember pergala desthilatî bi arastekirina xwe ve, nabe navê wendakirinê, dibe navê qezenckirinê.”
5- Xweşikbûna Jinê; Li hember nexweşikbûna ku pergalên desthilat li ser kesayeta Kurd di asta neteweyî, çînî û zayendî de daye avakirin, rêgeza xweşikbûnê pir girîng e. Estetîk dibe amûra jiholêrakirina şikandinên yekemîn û duyemîn ên li ser jinê û xweşikiyên jiyana pîroz a civaka xwezayî cardin derxistina rûyê rojê ye. Amûra redkirina nexweşikiya pergala desthilatdariya zilam ku daye avakirin di xwe de dîtin û ew derbaskirin e. Rêbertiya me der barê mijarê de wiha dibêje: “YAJK amûra li hember hemû ketinên jinê, bi taybet li hember hemû taybetiyên jinê yên ku hatine xistin cardin bi rastiya xweşikbûnê re kirina yek, bi watekirin û ew rakirinê ye. YAJK dibe çeka li hember xistin, ketîbûn û paşverûtiya li ser jinê. Ev çek bi amûrên mezinkirin û bilindkirinê li hember hemû paşverûtiyên li ser jinê hatine bikaranîn, avakirina têkoşîna jina azad a nû pêş xistin û di hemû kadroyên wê de ev xweşikbûn derxistina holê ye. Ev, kirina malê gel e. Ji bo vê YAJK dibe çeka bingehîn a têkoşîna Azadiya Jina Kurd.” Rêbertî bi vê şêweyê rastiya YAJK’ê destnîşan dike. Bi van nirxandinan cardin nîşan dike ku divê jin bi rêxistinbûna xwe, xwe bigihîne cewhera jiyana xwe ya xweşik, xwezayî û binesaziyên civakê li ser van bingehan bide avakirin.
Ji bo em bikaribin xweşikbûna mejî û hizir bi xweşikbûna beden û jiyanê re bidin girêdan, pêwîstî heye ku li ser vê mijarê bê sekinandin. Weke gelê kurd, keçên kurd, jinên kurd encama ku em ê ji rastiya estetîkê ya ku Rêberê me behs dike encameke çawa bigrin em nîqaş dikin.
Aqilê civakî yê hevpar xwediyê ahenga xweşikbûnê ye. Hevpariya jiyanê an jî kolektîfbûyîna jiyanê bi vî aqilî re pêşdikeve, dewlemend dibe û xwe dide der. Ev aheng di kesayet de nûneriya xwe baştir dibîne. Ji dema avabûna civakê û heya niha ev aheng heye. Hemû zanistên ku bi heqîqeta civakê re girêdayî tevgeriyan bi vê mijarê re eleqedar bûn. Zanistên weke civaknasî, psîkolojî, antropolojî (mirovnasî), felsefe, çand û exlaqê civakî bi vê mijarê re bi zêdetirîn eleqedar bûne.
Niha jî em li çend lêkolînên giştî di vê barê de binêrin. Di sala 1960’î de psîkologê bi navê Danîel Berlyne ji bo pirsgirêkên estetîkê bide nasandin û nêzîkatiyeke çareseriyê bide pêşxistin bi navê ‘Ceribandina Estetîkê’ tez û têgehek avêt holê. Wî zanista xwe ya teorîk li ser bingeha biyolojiyê dabû rûnişkadin. Ji bo cûrekirin û komkirina amêrên ku kes jê hez dike û eleqedar dibe, ev lêkolîn û ceribandin hate pêşxistin.
Psîkologekî Elman bi navê Gusîav Thcodor Fechner di sala 1876’an de xwest bi pirsgirêkên estetîkê re eleqedar bibe. Ji bo vê pirtûkek bi navê ‘Derbasbûyîna Estetîkê’ weşan. Bi ceribandinan hewl da ku mijara elaqedariya mirovan çiqas bi hevre heye û hev çiqas bandor dikin, fêm bike. Wek mînak takekes ji çi hez dike, ji kîjan heyînan re eleqedarî nîşan dide û hwd. ceriband. Bi vê hewldanê re hêvî dikir ku pirsgirêkên kesayet û civakê yên xwe nasnekirinê derbas bike.
Lê belê ev hewldan hemû li ser bingehê pêşxistina zanîna ezeziyê bû. Kesê ku ji sîstemê bi tevahî xwe qutnekiribe nikare di nava lêhûrbûyîneke wiha re derbas bibe.
Di lêkolînên bi giştî de pênaseya estetîkê wiha hatiye kirin: “Ji Beşa felsefeyê ya hunera xweşik û xwezaya xweşikbûnê lêkolîn dike re estetîk tê gotin. Bi raberkirina helwestên xweşik- nexweşik, baş-nebaş ve girêdayî derdikeve holê.”
Di van lêkolînan de jî weke tê dîtin pîvaneke xweşikbûnê ya sîsteman di form de ye. Pîvanên vê xweşikbûnê ne diyar e. Dîmenên ji derve tên dîtin dibin pîvanên xweşikbûnê. Pêşxistina cewherê mirovan, nêrîna azad ya mirovan, tercîha erêkirin û redkirinê ya mirovan bingeh nayê girtin. Maqyaj, oje, cil-berg û hemû şêweyên ku dîtina çavan têr dikin, dibin amûrê xweşikbûnê. Em vana hemûyan red dikin. Mirov destpêkê bi hebûna xwe ve xweşikbûna xwe diyar dike. Hebûna kes, xweş axaftin, nêrîndayîn, nîqaş kirin, têgihîştina zanîna kûr, naskirina civak, dîrok, nîjad û zimanê xwe ye.
Pîvanên sîstemê ji bo estetîkê aliyê wê yê ku were pejirandin û nepejirandin ne diyar e. Erêkirineke bêdawî bi xwe re tîne. Li gor kesayeta sîstema kapîtalîst e. Sînorê ezezîbûnê bêdawî vedike. Kes ji rastiya xwe, xwezaya xwe û xweşikbûna xwe ya hizrî dûr dikeve. Tenê bi xweşikbûna ku tê dîtin re eleqedar dibe. Ev jî encex bi dev-lêv, birû-nênûk û hwd. e. Wate û ahenga di navbera hizirandina kes û xweşikbûna beden de namîne.
Girêdana di Navbera Jin, Polîtîka, Exlaq û Estetîkê de
“Jin, weke hêmana sereke ya civaka exlaqî û polîtîk e. Di ronahiya azadî, wekhevî û demokratîkbûnê de, di hêla etîk û estetîka jiyanê de, wê di hemû mijarên etîk û estetîkê de, weke hêza hem raman û hem pêkanînê, vebûn û pêşketinên mezin bidest bixe. Girêdana jinê bi jiyanê re, li gorî ya zilam, pir berfirehtir e. Gihîştiye asta zekaya wê ya bihest, bi vê yekê re pêwendîdar e. Lewre, estetîk, ku tê wateya xweşikirina jiyanê, di hêla jinê de, mijareke hebûnê ye. Her wisa, berpirsyariya jinê di hêla etîk de jî, bêhtir berfireh e. Li gorî pêdiviya xwezaya jinê ye ku di hêla civaka exlaqî û polîtîk de zêdetir rasteqînî û berpirsyar tevbigere di warên nirxandin, destnîşankirin û biryarkirina aliyên baş û xirab ên perwerdeya mirovan; girîngiya jiyan û aştî, her wisa pîvanên mafdarî û dadwerî.” Rêber APO
Girêdana Huner û Estetîkê
Bi alîkariya hunerê mirovan ji bo xwe gerdûnên taybet dane avakirin. Civak bi afirandinên berhemên xwe yên deng, muzîk, wêne, mîmarî re jiyana xwe dayîne domandin. Bêyî mîmarî, wêje, wêne û muzîka civakê nayê hizirandin. Ev afirandinên metafîzîk in. Ev berhemên civakî ku bêyî wan nabe ne. Huner tam weke avakirineke metafîzîk e, pêwîstiyeke bingehîn dibersivîne. Lê divê li ser bingeha pîvanên estetîk û xweşikirinê were rûnişkandin û wiha bi kêrî xweşikirina çanda civakê bê.
Girêdana Azadî û Estetîkê
“Tespîteke raste ku tê gotin: asta azadiya civakan, asta azadiya jinê diyar dike. Wexta em ji aliyê estetîkê ve jî li mijarê binêrin, em dikarin bibêjin kesê/a azad nebe wê estetîka wî/wê jî nebe. lewra jiyaneke ne estetîk be, wê tenê di nava sînorên prîmatan de pêk bê. Ger mirov wek mijareke hunerî li dabaşa jinê binêre, wê rastir be û girîng e. Divê mirov wê ne wek mal û milk, ne jî wek karker-gundî bibîne. Pêwîste mirov jinê wek perçeyeke xwezayê ya herî hişyar û hestyar bibîne; lê hayil bibe hin pîroziyên wê hene, bi zimanê mêrê serwer pê re nepeyîve. Hewl bide bi zimanê jinê yê tejî siran barkirî wê fêm bike. Ev ji bo jiyaneke estetîkî pir girîng e. Di jiyanê de pratîka herî xirab, serweriya mêr a li ser jinê hatî ferzkirin û xweperestiya wî ye. Ti helwest mîna ya mêr a li ser jina neçar hatiye kirin, bêhurmet û çarenûswarî nîne. Li gorî min civak û mêrekî xurt, têgihîştî, hestyar, wekhevîxwaz û li azadiyê serwext, dikare bi pîvanên me destnîşankirî û erkên wê, rabin û bizanibin. Civaka di koletiyê de pir çûye xwarê ew civake ku jina xwe piçûk xistî ye. Civaka ji jiyanê jî fêm nake ew civake ku rasterast bi jinê re jiyan qebûl kiriye. Dîsa jiyana herî bê heyecan, xirab, tevizî û ji maneyê dûr, jiyana bi jina kole re ye.
Em wexta bi rohniya van tarîfan li civaka Rojhilata Navîn binêrin, em ê hînê baştir fêm bikin ka çima jiyaneke bê mane, zalim, krêt û bêhurmet dewam dike. Civakeke mêran a pir bi sivikî nêzî jinan dibe, wan ji estetîkê bêpar bihêle, mîna mal û tiştekî bêqîmet a divê xwe jê xilas bike bibîne, eşkere ye, ev civak wê ji aştiyê bêpar û kirêt bijî. Civakeke mêran a bi vî rengî nikare jiyaneke pîroz a civakî, mezinahiya welat, fezîleta rastîn û têgihîştina xwezaya zindî biafirîne. Wexta nikare biafirîne jî wek behane tim û tim jinê ‘şeytan’ nîşan dide. Jina jê re tê gotin kêm e, şeytan e, ya rastîn dereweke herî rezîl a civaka mêrên têkçûyî ye. Eger li dijî îdeolojiya serwer a mêran, bi exlaq, hêza civakî û ferdî şerekî mezin neyê meşandin, jiyana azad nayê bi destxistin; civakeke demokratîk a rastîn nayê afirandin. Lewra wek yeksaniyê sosyalîzm pêk nayê. Alternatîfa polîtîk a gelan ne tenê demokratîk e, her weha civaka demokratîk û azadiya cinsiyetê ye.”
Estetika Bi Destê Mêr Tê Avakirin
Têkoşîna azadiyê ya jinê divê bi awayekî berçav ji avakirina partiyê heta tevgera jinê ya girseyî, hemû rêxistinên xwe yên civakî di nav hemû avahiyên siyasî û demokratîk de xebatên xwe bimeşîne. Jin çendîn xwe ji destên serweriya mêr û civaka wî xilas bike û bi înîsiyatîfa xwe ya serbixwe tevbigere, ew çend wê bibe kesayeteke azad û bibe xwediyê nasnameyê. Sergirtineke pir zû koletiyeke herî zalimane ye. Qet sernegirtin (aqilê xwe) helwesteke bi şeref e. Ji çarşefê bigrin heta tûrbanê û pornoyê kiryarên bi destên mêr li ser jinê têne ferzkirin, xirabiyeke ew çend rezîl e, li ti netew û çînê nehatine kirin. Lewma destekdayîna ji bo hêrsa jinê, têgihîştina azadiya wê û tevgera wê, nirxeke mezin a hevaltî û mirovatiyê ye.
Divê jin di Rojhilata Navîn de sêyemîn şikestina mezin a zayendî çêbike û li gorî jinê meşekê bide destpêkirin ku hêjayî dîroka wê be. Rabûna mezin piştî ketina mezin dibe. Eger em li ser vî hîmî wek bawermendên dînê xwedawendeke nû rabin, em ê karibin xwe bigihînin dayîktiya pîroz û jintiya evînê.
Di civaka alternatîf a Rojhilata Navîn de wê aborî, çîn û sosyalîte çawa bibe, ez bi xwe van pirsan pir watedar nabînim. Mijarên hewce ew in ku me analîzên wan kirin. Ne ku naskirina bêkarî-bikarî û gundîtiyê, şoreşgertî ye. Berovajî nasnekirin şoreşgertî ye. Eger mirov van çînan wek ebdên axa û patronan bifikire, wê me hînê nêzî rastiyê bike. Mirov ji neçarî dibin karker. Eger azadî li dawî hîştina îcbariyetê ye, wê wextê tê karkertiyê li dawiyê bihêlî. Eger têkoşîna rastîn a çînî bi vê zêhniyet û şêwazê demokratîk were meşandin, wê wextê wek yeksaniyê sosyalîzm wê pêk were û maneya xwe bibîne. Bêkartî berhemekî demokratîknebûnê ye. Civakek bizanibe demokratîk be, rê nade civakeke bêkar. Eger li cihekî bêkartî zêde be, wê wextê li wir ewçend jî demokratîknebûn heye. Hebûna bêkartiyê bi giştî îlet û nexweşiyeke şaristaniya çînî ye. Kom û mirovên bizanibin li dijî wê derbikevin ticar bê kar namînin. Eger ti kar jî neyê dîtin, weke karekî mezin, karê demokrasiyê heye, wê wextê karê herî mezin ji her kesî/ê re heye. Bibe demokratekî/e baş, bibe şervanekî/e azadiyê; tê bibînî, tê di temenê xwe de saetekê jî aware nebî, tê bêkar nemînî. Kom û gelên şerê demokrasiyê nemeşînin, wê her tim aware, rencber û bêkar bimînin. Eger rastî ev be, wê wextê em çiqas civakê û ferdan perwerde bikin, bi rêxistin bikin û bixin nava têkoşîna demokrasiyê, em ê ew çend di têkoşîna li dijî bêkartî, awaretî, serxweştî û tembeltiyê de bi ser bikevin.
Di tevahiya dîroka şaristaniyê de wek yekemîn çîn, zayend û netewa kole em bi rastiya jinê re rû bi rû tên. Xistina jinê ya mala taybet û mala giştî (kerxane) ji şêwazên vê koletiyê ne. Çavkaniya zordestiyê ne biyolojîk e, sosyolojîk e. Saziya zilamtî-pîrektiyê bi şêwazên xwe yên di şaristaniyan de bi taybet li dijî jinê û bi giştî jî li dijî hemû civakê hatiye xebitandin. Li hundirê malê împaratorê siyasî fîgurê zilam e. Zilam li hemberî jinê timî rola despot dilîze. Ev yek ti têkîliya wê bi niyeta ferdî re tine ye. Divê wek rewşek şaristaniyê were fêmkirin.
Dibe ku ya rast ew be, mirov azadiya jinê bi çanda malbat-dayîkê (dayîka xwedawend) ya piştî şoreşa cotkariyê gihîşte qonaxeke mezin, bide destpêkirin. Em heta îmaja sivik a pîrek-qîzê hilneweşînin, em nikarin xwe bigihînin meznahî, hurmet û bedewiya jinê. Pîvanên şaristaniyê çavkaniya wan zilam e û jin ji hemû pîvanên wê yên melek, bedewî û pîrozbûna xwedawendîtiyê xistine.
Her çend kevin û bi cihbûyî be jî têgihîştineke dijwar a namûsê di navbera we hemûyan de (çi mêr çi jin ferq nake) heye, lê têgihîştina min a estetîkê ya şoreşgerî bi çandek welê ya zilamtî û pîrektiyê nakeve.
Li gor van mijarên hatiye diyarkirin pîvanên erêkirin û redkirinê yên keç û xortan divê hebe.
Pîvana erêkirina hevaltiya xortekî divê çawa be?
Xortekî ku ne welatparêz be, ne zane be, ne rêxistinkirî be, ne rêzdar be nikare nêzî keçan bibe. Ev pîvana sereke ya erêkirin û redkirinê ye.
Her kesek ji bo xwe pîvanên welatparêzî, xweşikiya hizir, xîzmeta civakî, girêdana bi rêgezên civakî, zanîna heskirin û hevalbendiyê ve girêdayî wê hevaltiya xwe dayîne û pêş bixe. Çiqas ev pîvan net û zelal bibin wê hevaltiyên ewqasî rast werin avakirin.
Ji bo jinekê pîvana erêkirinê divê çibe? Ne tenê di aliyê pirç, dev û çav de biecibîne, weke pîvanên kesayet divê ji kî re bibêje erê û ji kî re bibêje na! Carna hinek hevaltî tên dîtin ew keç û xort bi kîjan armancê hevaltiya hevdû pejirandine ne diyar e. Ger xortek di nava civakê de rêzdar be, zane be, bi pîvan û nirxên civaka xwe re girêdayî be dikare bibe hevalê wê. Lê xortekî heya dawî bê pîvan, bê rêgez, nav û dengê wî di hemû bûyeran re derbas dibe, bi jinê re wê çawa hevaltî bike. Divê ev hevaltî di ber çavan re were derbas kirin. Bi kesên jîr, bi aqil, xwedî bername, xwedî kesayet re hevaltî tê kirin.
Her jin dema ji bo xwe, jiyana xwe û hevalên xwe, xwe xweşik bike diyar e. Por, cil û berg, tevger û hemû rêk û pêkiya xwe li gor vê pîvana xwe sazûman dike. Lê jina ku li gor pîvanên xweşikiya pergalê xwe dixemilîne, diyare hertim bi derdora xwe re mijûl e, hizirandina wê ne li ser xwe avakirinê ye. Bi qasî bi cil û bergên xwe re eleqedar dibe, nikare bi şîrove û nirxandineke jiyanê re eleqedar bibe. Tevgerên wê yên jiyanê tevahî ne jidil in. Ji ber ew kesayet ne ji bo xwe dijî. Ji bo hinekî din xwe çê dike, dixemilîne, dimeşe, diaxife. Em van tevgeran napejirin. Divê her jin di destpêkê de bi xwendina xwe, zanebûna xwe, rêxistina xwe, hevalbendên xwe re girêdayî be. Hevaltiyeke hêsan, tenê ji bo xortekî, an jî ji bo hestên xwe yên heskirinê yên bêpîvan divê ji xwe re layîq nebîne. Xweşikbûna jinê di tevger û dayîn û sitandina wê de bi zimanê xweşik, têkîliyên bi wate, hevaltiyeke jidil û rast ve dikare derbikeve holê. Jin navenda jiyanê ye. Her jin cihê ku lê dijî, dikare xwe weke navenda wê deverê birêxistin bike û derdora xwe birêk û pêk bike. Di kolanan de, di refê de, di bazarê de, di kar de, di civînan de, di perwerdêyê de, di têkîliyên xwe de dikare vê navendbûna xwe bi zanebûna xwe ya xweşik raber bike.