Rêber Apo di demên berê de ji bo hikumeta Başûrê Kurdistanê ev nirxandin kiribû.
Ger ku Tirk û alîgirên wan bi ser bikevin, gelê Başûr wê êdî nikaribe bi rûmet bijî.
Eger ev sîyaseta bimeşe, gerila bikeve, Tirk û beyî Tirka biserkeve, Kürdistan’a Başûr hêdî hêdî bikeve bin hakîmîyetê, gelê Başûr bila nebê ezê bi şeref bimînim, partîyê Başûr nebên ezê bi silametî bimînim. Na! Yê vê sîyasetî sedî sed qebul bike, faşîzmê Tirk çi dibê , ê wê qebul bike, sê mîlyon Tirkmen ê bi hikum qebul bigre. Çi bixwazin, walî, Paşe, ê tayîn bike, ê vê tiştî qebul bike. Yanî ji zilamtîya Tirk tiştekî nikarin bikin. Dawiya vê hicûma, vê êrîşa Tirkîyê, herkes benda vê tiştî be. Ê derkeve, ê zû derkeve, ê nizam ji me re Kurdistanekî çêbike, ev pir xeyaleke şaş e. Ez baverim ê hîn qetlîama çêbike. Mimkune bi hine rejîma re jî îtîfaqa çêbike. Li Qibrisê çava çê bû? li Antakyê çava çê bû?
Li wirde tu gelê Rom nema, gelê Ereb nema, giştî tasfîye bûn. Mûmkîne li Kurdistana Başûr jî Kurd tasfîye bibin. Sê mîlyon Tirkmen ji zimanê xwe bibin, ê din jî bi zorê, bi pere Tirkmen kirine, zaten Hewlêr nîvê xwe xwe bi Tirkmen dihesîbînin. Careke din têkeve, mektebin xwe çêdikin, li hemû alemên jî çêdikin. Roj û şev kî bi Tirkî bixwîne, kî xwe bi Tirk bihesîbîne, ji wan re evqas pere ê bidin. Ez baverim demek kin de Kurdistana bajar, ji çara sisê ê xwe Tirk bihesîbîne. Netîce Kurdistana Başûr jî ji dest dane. Partî martî namîne. Tehlîkeya mirov bide ber çavên xwe esasî wiha ye. Berxwedana PKK‘ê di Başûrê Kurdistanê de bi temamî berxwedaneke netewî ye. Ne jibo Kurdistana Bakur tenê, jibo hemû Kurdistanê berxwedaneke tevlehî he. Berxwedana Gerila tamamen mala Kurd e. Eger ev berxwedana were şikênandin, bila her partî bizanibe ku, pê nikare sîyasetê bike, sîyasetê berde, nikare gel bibîne, gel namîne. Kurdistan namîne.