NAVENDA NÛÇEYAN – Di 20’ê Nîsanê ji bo Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan rojnameger Marlene Forster û Matej Kavcîc çûbûn Şengalê. Rojnameger ji aliyê artêşa Iraqê ve hatibûn girtin. Rojnameger berê biribûn Şengalê, piştre jî biribûn Mûsûl û Bexdayê. Demeke dirêj agahî ji rojnamegeran nedihat stendin.
Ji bo berdana her du rojnamegeran kampanya hatibû destpêkirin û 50 hezar îmze hatibû berhevkirin. Wezareta Karê Derve ye Elmanyayê ketibû dewrê û rojnameger hatibûn berdan. Înîsiyatîfa Azadî ji bo Marlene û Kavcîc ku ji bo rojnamegeran kampanyayê dimeşîne ragihand ku Forster û Kavcîc piştî hatin dersînorkirin vegeriyan welatên xwe.
‘MAFÊ ROJNAMEGERIYÊ HATÎ ASTENGKIRIN’
Ji Înîsiyatîfa Azadî ji bo Marlene û Kavcîc Malte Buchholz, diyar kir ku Forster û Kavcîc pêşî ji aliyê Iraqê ve hatin girtin û piştre hatin dersînorkirin, bi vê yekê mafê rojnamegerî hatiye astengkirin wiha dewam kir: “Em nizanin Wezareta Derve li vir çi rol lîstiye. Hikumeta Elman li ser astengkirina azadiya çapemeniyê çi difikire, têkiliyên bi dewleta Tirk re çiqas bandorker bûn? Em ê li ser vê mijarê lêkolîneke berfireh bikin.”