MEXMÛR – Di bombebarana wesayîta li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) de ciwanek birîndar bû. Piştî êrişê şêniyên wargehê bi girseyî êriş şermezar kirin.
Balafirek bê mirov a dewleta Tirk a dagirker di saet 13.00’an de wesayîtek li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kir. Di bombebaranê de ciwanek birîndar bû. Piştî êrişê ciwan rakirin nexweşxaneyê. Piştî ku êriş pêk hat şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) berê xwe dan cihê bûyerê.
Dema ku ciwan rakirin nexweşxaneyê, hemû şêniyên wargehê li ser deriyê Nexweşxaneya Şehîd Hogir kom bûn. Piştre jî ji bo şermezarkirina êrişê berbi avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve meşiyan.
Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratik, Filîz Budak li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyanî da.
Filîz Budak di daxuyaniyê de ev tişt gotin: “Îro ji aliyê dewleta Tirk a dagirker, xwînmij ku ji exlaq ti para xwe negirtiye, weke vampîrekî ji xwînê xwe tîmar dike û hebûna xwe dide berdewam kirin li ser wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, wargeha ku bi sekn û berxwedana xwe, rûyê vê dewletê yê qirêj derdixe holê, êrîşekî hewayî pêkanîn. Heta ku em serokatiya xwe bi awayek fîzîkî azad nekin, heta ku êriş li ser herêmên medya hebin, heta ku em kesayeta Kurdê azad û netewa demokratîk avanekin em yek kêliyê jî nefes nastînin. Îro zarokên me li Avaşîn bi kîmyabaranê tên qetilkirin, îrok zarokên me di tunelan de, di şikeftan de ruxmê hemû bêderfetiyan li hemberî tank û topên dewleta Tirk li berxwe didin. Li wê berxwedanê xwedî derketin erkekî rûmetê ye. Ciwanên me, zarokên me ji bo em bikaribin nefesekî bistînin di wan şikeftan de, li serê wan çiyan beriya niha digotin heta dilopek xwîn di laşê me de heye emê li berxwe bidin, lê niha dibêjin heta parçeyek ji hestiyê me bimîne emê li berxwe bidin. Wê demê çi dibe bila bibe emê li ser lingan bin. Em dubare dibêjin wê ti hêzên qirêj ku hesabên xwe yên têkbirina tevgera azadiyê û Kurdisyanê dide meşandin wê ev xeyala wan bi cih neyê emê serbikevin û emê heta nefesa xwe ya dawî li berxwe bidin.”
Piştî axaftinê bi dirûşmên ‘Bijî Serok Aapo’, ‘Bijî Berxwedana Mexmûr’, Bimre îxanet’ , ‘Tolhildan’ çalakî bi dawî bû.