ŞEHBA – Ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li Şehbayê ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, di bin dirûşmeya ‘ji Rêber Apo re azadî’ meş hate li darxistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger yên herêma Efrînê, ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya ku ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê meşandin, heman demê de ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daketin kolanan û meşeke girseyî li darxistin.
Piştî meşa ku ji Kefer Neya hatî destpêkirin, bi destpêkirina deqeyeke rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên şoreşê, ciwanan li cihê kombûyînê daxuyanî dan. Daxuyanî li ser navê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ji aliyê Refîq Nacî ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de Nacî diyarkir ku dewleta Tirk bi hevkariya dewletê din re dixwaze ku Împratoriya Osmaniyan dîsa zindî bike. Di heman demê de dixwazin ku bi riya modernîteya kapîtalîst aloziyan zêde bikin. Bi vê yekê bi tecrîda ser Rêber Apo re dixwazin armnacên xwe pêkbînin.
Li hember hemû êrîşên ku tên kirin di dawiyê de ciwanan dan diyarkirin ku wê berxwedana Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji xwe re esas bigirin û li dijî êrîşên dagirkeriyê bê navber têkoşîn bikin.
Di dawiyê de siloganên weke ‘Bijî Serok Apo û Ji Rêber Apo re azadî’ hatin berzkirin.