NAVENDA NÛYÇEYAN – Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) der barê çalakiya sabotajê ya li dijî trafoya Tûgaya Komandoyan a li navçeya Façoyê ya Îzmîrê daxuyaniyek da û çalakî girt ser xwe.
Daxuyaniya HBDH’ê wiha ye:
“18‘ê Gulanê, bi şev saet ji 12‘an kêm 10 deqeyî de, me li dijî santrala elektrîkê ya Tûgaya Komandoyên Çiya yên li navçeya Foça ya Îzmîrê çalakiya sabotajê li dar xist. Di encama çalakiya me ya sabotajê de ceyran bi temamî çûye û bi demeke dirêj nehatiye. Hewildana vemirandina agir a agirkujan jî bi saetan li ber xwe daye û xisareke zêde çêbûye.
Gelên me, karker, xizan, kedkar û hemû bindest rû bi rûyê fatûrayên zêde yên ceyranê, bihabûn, zem û betaliyê ne. Krîza aborî hatiye asteke wisa ku gelê me yê xizan ji bo fatûre zêde nehên hewil bide jî xwe nagihînin dawiya mehê. Me yên ji xwe re qesrên bi sedan, bi hezaran ode lêkirine û alîgirên xwe jî dewlemend kirine ji xwe re kirine armanc. Biryargeh û elemanên wan jî di hedefa me de ne. Ji bo gelên me êdî roj ne tarî ne. Êdî wê roj li faşîstan tip û tarî bibin. Gelên me, pêşeroja xwe di şoreşa yekbûyî de dibinin, xwe bi rêxistin dikin û ber bi serkeftinê ve diçin.
Em ê li her derê bêhnê li dijmin biçikînin! Di cih û demên dijmin qet hêvî nake de êm ê derkevin pêşberê wan!“