NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li Amedê li dijî qereqoleke polîsan çalakiyek li dar xistin. HDBH’ê derbarê çalakiyê de daxuyaniyek da û ragihand ku 18‘ê Gulanê şev nîvê şevê seet di 12‘an de bi bombeyên destan û fişekên hewayî, li dijî qereqola polîsan a li Taxa Hûzûr a li navenda Amedê çalakiyek hatiye lidarxistin. HBDH’ê da zanîn ku milîsên çalaki li dar xistine gihîştinê qadên lê dimînin û hat derbirîn ku piştî çalakiyê polîsan bi rasthatinî li derûdorê gule reşandine.
Di dewama daxuyaniyê de HBDH’ê ev tişt got: “Divê dost û dijmin tev bizanin ku em talîmata vê êrîşa xwe ji Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya, Sînan Cemgîl û Çaran û hemû şehîdên meha Gulanê digirin û fermana wan a şer bi cih dianîn. Em li ser rêça cangoriyên azadiya gelê xwe ber bi serfiraziyê ve diçin.
Em in ên ku serî li ber dijmin xwar nakin, li têkoşîna şervanên şoreşê yên çong danaînin dewam dikin. Heta ku çiya, deşt û rûbarên me azad biherikin; gelên me azad bijîn, karker-kedkarên me rojên xweş bijîn em ê şer bikin. Ji wê boneyê, em bi gerîlayên şoreşa yekbûyî re ne ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Hêrêmên Parastina Medyayê li ber xwe didin. Em ê di vî şerê şoreşgeriyê de agirê şoreşê yê gerîlayên hem li dijî hevkaran, hem li dijî çekên kîmyewî û êrîşên bi her awayî şer dikin, bibin bajaran.
Me soz daye pêşengên şoreşger ên ji bo şoreşê canê xwe dane û hemû şehîdên xwe. Em bi bawerî û hêrsa wan rabûne. Heta bi serkeftinê nasekinin!“