HESEKÊ – Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê îro li Goristana Şehîd Dijwar tev li merasîma xiyabî ya şehîd Sema Agirîn û şehîd Zîlan Besê bûn.
Beşdaran wênenyên her du şehîdan û wêneyê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, alên YPJ/YPG`ê û Kongra Star rakirin.
Destpêka merasîmê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) toreneke leşkerî li dar xist.
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Selma Qasim di merasîmê de axivî û got: “Berxwedana lehengên me li Zap, Avaşîn û Metîna dê bi ser bikeve û dewleta Tirk a faşîst bi bin bikeve. Ji ber ku em li ser bingeha fikr û felsefeya rêber Ocalan mezin bûne û tu kes nikare li dijî hêzên me bisekine û vîna wan bişkîne. Soz em ê heta serkeftinê şopdarên rêya şehîdên azadiyê bin.”
Bi navê Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê jî fermandar Avîndar Dêrik axivî û bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: “Dewleta dagirker çiqasî êriş bike û hewl bide vîna gelê Kurdistanê bişkîne jî, ew ê nikaribe armanca xwe pêk bîne.”
Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Aye Keleş nasnameya her du şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.
Navên her du şehîdan wiha ne; Evîn Şêxo (Sema Agirîn) û Sîmav Hesen (Zîlan Besê), her du gerîlayên YJA-Starê ku li herêma Zapê şehîd bûbûn.
Duh Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyekê nasnameya 8 gerîlayên li qada Çiya Reş a Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişên kîmyewî de şehîd bûbûn, eşkere kir.
Piştre bavê şehîd Sema Agirîn di merasîmê de axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker hîn jî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û armanca wê jî têkbirina vîna pêkhateyên herêmê û zindîkirina dewleta Osmanî ye. Lê em soz didin em ê heta mîsogerkirina serkeftinê şopdarên rêya şehîdan bin.”
Merasîm bi sloganên “Şehîd Namirin, Bijî Berxwedana Zapê, Bijî Berxwedana Rêber Ocalan” bi dawî bû.