HESEKÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan bi dirûşma “Bi rihê ciwantiyê ya Viyan û Nûjiyanan emê şerê azadiyê bi ser bixin”, komxebata diyalogê ya jinên ciwan li ser asta Bakur-Rojhilatê Sûriyê li hola çandê ya Serdemê li Hesekê hate li darxistin.
Bi dehan jinên ciwan, endamên Kongra Star û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tev li komxebatê bûn. Di komxebatê de, rejîma Baas, dagirekriya Tirk û rastiya malbata Barzanî bûn rojev. Di heman demê de li ser her mijarê ku hatine nîqaşkirin, destpêkê belge dihatin xwandin. Piştî xwandina belgeyan nîqaş û nirîn bi pêşdiketin.
Li ser vê esasê jinên ciwan ên ku tevlî nava vê komxebatê bibûn, ji ajansa me re li ser sedema li darxistina vê komxebatê axivîn û desnîşan kirin ku wê ev komxebat bi naskirina rastiya dijmin re, perspektîfa xebatê wan ya pêşerojê bide.
Bi şoreşê re rola jinê ya rastî derkete holê;
Destpêkê jina ciwan ya bi navê Nisrîn Qamişlo destnîşan kir ku dijmin bi her şêwazê dixwaze jinê tune bike, ji ber ku ji hêza jin ditirse, bi tavahî axaftina xwe wiha dewamkir; “Ev komxebata ku hatî li darxistin piraniya wan endamê kordînasyona jinên ciwan ser asta Bakur-Rojhilatê Sûriyê ye. Komxebata me xwe li ser sê mijaran avakir, yek mijara dagirkeriya dewleta Tirk, ya duyem mijara rêjîma baas û ya sêyem jî mijara îxaneta PDK’ê ye. Mijara destpêkê ku me nîqaş kirî, rastiya rêjîma baas bû, niha polîtîkayên ku li Sûriyê tên meşandin, yên ku li ser tevahî netewên ku di nava Sûriyê de jiyan dikin, polîtîkayên tunekirinê ne. Rêjîma Sûrî tenê ji bo berjewandiyên xwe kardikir. Tu maf û rengê gelan di nava sîstema wan de nebû. Me jî di Komxebata xwe de bi berfirehî ser vê mijarê nîqaş kir. Di nava nîqaşên me de, rastiya ku me bi rêjîma baas re jiyan kiriye derkete holê. Bi taybet me jinan rastiya xwe di nava vê sîstemê de nizanîbû, rol û misyona me çawa bû di nava vê sîstemê de, ew jî hate nîqaş kirin. Di encama van polîtîkayên ku derbarê jinê de hatiye meşandin de, ji destdirêjiyê bigire heya tiştên bê exlaqî hêşt ku jin ji rastî û cewhera xwe ve dûr bikeve. Wisa li jinê kirin ku jin tenê mafê xwe di mutfax û zewacê de bibîne. Lê belê piştî ku şoreşa Rojava çêbû, ji herkesî re hat diyarkirin ku jin ne tenê ji bo mutfex û zarokanînê ye, rola ku jinê di şoreşa Rojava de leyîstî hêşt ku guhertinên girîng di nava rastiya civakê de çêbike. Rêjîma baas rastiya jin ya ku dikare di her qadê de rola xwe bileyîze tepisandibû, lê belê bi şoreşa Rojava re hin rastiyê bi vê rengî hatin eşkere kirin û jinê cihê xwe di hemû qadên têkoşînê de girt. Ji ber ku dizanin ger dema jin rastiya xwe bizanibe û hêza xwe bikarbîne, wê li hember sîstema wan bisekine. Ji bo vê jî hertim jinê ditepisînin”
Di mijara duyemîn ya derbarê rastiya dagirkeriya dewleta Tirk de belge hate xwandin, belge ji aliyê Emîne Hac Omer ve hate xwandin;
Emîne Hec Omer bal kişand ser qirkirinên dewleta Tirk ên li ser jinan û got: “Dewleta Tirk Kurdistan dagir kir, gelek komkujî li dijî gelê wê pêk anîne, piraniya qurbaniyên komkujiyan jin bûn. Dewleta Tirk bi hemû rêbazên siyasî qirkirin komî, çandî û fîzîkî li ser jinan dimeşîne. Berdêl çi dibe bila bibe, divê jin serî netewînin. Li aliyekî din jî ji aliyê rayedarên hikumeta Tirk û polîsan ve cihên karkotîk û fihûşê hatine vekirin da ku jinan hilweşînin. Di heman demê de malên giştî li Tirkiyê fermî ji aliyê dewletê ve hatin vekirin ku bi hezaran jin weke koleyên cinsî hatin bikaranîn.”
Di dewam nirxandinên xwe de Emîne Hec Omer da ku jinan ji rastiya xwe dûr bikevin. Emîne Hec Omer bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirk ên li Efrînê û wiha domand: “Dewleat Tirk a faşîst di 2018’an de êrişî bajarê aştiyê Efrînê kir, sûcên şer li wir kirin û bi dehan jin qetil kirin. Em ketine sala 4’an a dagirkirina Efrînê sûc berdewam in.”
Emîne Hec Omer îşaret pê kir ku fikirê ku jinên li Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji felsfeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan girtine wê jinan ber bi rizgarkirina ji hemû cûreyên koletiyê ve bibe.
Bi stratejiya Şerê Gelê Şorşegerî wê tevlîbûna nava xebat hîna xortir bibe;
Heman demê de Emîne Hac Omer nirînên xwe yên şexsî anî ser ziman û got; “Navê min Emîne ye, ez rêveberiya meclîsa ciwanan a herêma Efrînê me. Komxebata ku me di ser asta Bakur-Rojhilatê Sûriyê de daye destpêkirin, li ser rastiya dijmin e. Bi taybet li ser sê mijarên sereke nîqaş hatin kirin, rastiya rêjîma baas, dagirkeriya dewleta Tirk û rastiya PDK’ê bû. Di nava komxebatê de nîqaşên cuda cuda hatin kirin. Di derbarê rastiya dijmin û nêzîkatiyên wî li hember jin çawa ye nirxandinên berfireh hatin kirin. Di dawiya nîqaşên ku hatine kirin de jî encamên girîng hatin derxistin. Heman demê de li ser îxaneta Mala Barzanî ya ku bi dewleta Tirk re hevkariyê dike û van êrîşan pêktîne, jî nirxandin hate kirin. Em dikarin bêjin ku ev Komxebat ji bo kar û xebatê me yê pêşerojê bingehek avakir. Di dawiyê de ev komxebat li ser esasê diyarkirina helwestê xwe yê li hember dijmin û dagirkeran ve bi dawî bû. Bi stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî, wê tevlîbûna nava xebatan hîna xortir bibe.”
Emê bi hêza xwe êrîşên ku ser civakê têne kirin vala derbixînin;
Her wiha jina ciwan ya bi navê Zeyneb Efrîn jî wiha dewam kir; “Navê min Zeyneb Efrîn e, ez weke jineke ciwan cihê xwe di Hêzên Parastina Cewherî de digirim. Ev komxebata ku hatî li darxistin li ser esasê naskirina rastiya dijmin e. Di heman demê de nîqaşên me yên ku hatine kirin, ji bo tevahî civakê di aliyê naskirina dijmin de weke zanebûnekê ye. li gorî vê zanebûnê jî wê civak xwe birêxistin bike. Em weke jinên ciwan di aliyê rêxistinî de, em çiqasî pêşengtiyeke rast bikin, çiqasî em pêşengtiyekê li gor Arîn û Barînan bi pêşbixînin, em ewqas dikarin civakê ber bi pêşketinê ve bibin û wê zane bikin. Em weke jinên ciwan divê xwe di aliyê şoreşgerî de jî birêxistin bikin û ji vê pêvajoyê re bibin bersiv. Em bi hêza xwe êrîşên ku li ser civakê têne kirin hemûyan vala derbixînin û bi taybet jî êrîşên ku ser jinê têne kirin. Li gor naskirina me ya ji dijmin re emê projeyên xwe bi pêşbixînin û çalakiyên xwe bikin, di hemû qadan de weke qadên civakî, siyasî û leşkerî de em bi rola xwe ya pêşengtiyê rabin. Di heman demê de nîqaşên ku hatine bi pêşxistin, rastiyên ku hatine nîqaşkirin çareseriya wan çiye hate vegotin. Bi encama ku me ji vê derê derxistiye de emê tevlî nava kar û xebatên xwe bibin.”
Di dawiya nîqaşkirina 3’ê mijarên ku hatine diyarkirin de encam û pêşniyarên komxebatê ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Rîm Dada ve hatin xwendin.
Encamnameya komxebatê wiha ye:
- -Divê jin bên perwerdekirin û di hemû saziyan de cihê xwe bigire û perwerde bide.
- -Divê bêhtir komxebatên diyalogê ji bo jinên ciwan li seranserî herêman bên lidarxistin.
- -Divê jinên ciwan xwe di nava sîstema parastina civakî de bi rêxistin bikin.
- – Der barê zanekirina malbatan de, civîn ji şêniyan re bên lidarxistin.
- –Li gor şerê gel ê şoreşgerî têkoşîn bê kirin û berxwedan yek ji erkên sereke yên jinên ciwan bê destgirtin.
- -Der barê rastiya dijmin de panel ji şêniyan re bê lidarxistin.
- -Li ser asta Sûriyê panl bê lidarxistin û girîngî bi rola jinên ciwan bê dayîn.
- -Li hember xeteriyên şerê taybet û bandora wê li ciwanan civîn bên lidarxistin.
Komxebata diyalogê bi berzkirina siloganên weke Bijî Serok Apo, Bijî Partiya Karkerên Kurdistanê ve bi dawî bû.
NC/ Vejîn Serhed