NAVENDA NÛÇEYAN –
Ev ne çîrok e jibîr nekin, ev serhatiya deh lehengan, deh pêlewanan, deh qehremana ye. Ewan jiyaye û ewan gotiye. Ev xebat ji gotinên devê wan pêk hatiye. Deh şervanan, tam heştî rojan li hemberî dagirkerên hov berxwedanekî bê hempa dane; mil bi mil, sing û sing. Heştî rojên her kêliya wê, her seht û gava wê, her seeta wê, her roja wê weke efsûnekê derbas bûyî. Bê guman ew wê di rûpelên dîroka şoreşa Kurdistanê de bi tîpên zêrîn bête nivîsandin. Gotinên Mizgîn Dalaho, Armanc Simko û Tekoşîn Şoreş yên ku di berxwedana Girê Sor de bûn, ji bo ciwan, jin, extiyar û zarokên Kurdistanê anîne ziman bê guman wê di rûpelên dîrokê de bêne nivîsandin. Ev documenter li gorî gotinên devê van hersê lehengan hatiye amadekirin.
Piştî ku artêşa tirk di şeva 23 ê girêdayî 24 î Avrêla 2021 an dikir êrîşa dagirkirina Zapê, Metina û Avaşînê kirî, yek ji cihên berxwedanê jê Girê Sor bû. Girê Sor, ne tenê çeperek ya şerî bû, ew landika bawerî, vîn û ji xwe baweriyê bû.
Tenê armancek ya wan gerîlayên ku weke zinareke rê naçiyê li hemberî artêşa tirk ya hov sekinîbûn hebû: wê wan li ber xwe bidaya û gavekê şûnde neçûyan. Dema lazim bikira wê wan sing û sing şer bikiran, têketan nava dijmin û ew têk bibiran, lê belê wan çeperên xwe bernedidan. Ewan gotina Mezlûm Doxanî ya digot “teslîmiyet mirovî dibe xiyanetê, berxwedan ji dibe serkeftinê” kirîbûn guhar û kiribûn di guhê xwe de.
Wan sond xwaribû. Bi hev re, destek yê wan li ser çeka wan, destek yê wan ji li ser dilê wan bû û soz didan û wan digotin, em ê rê nedine ku dijmin li ser van çiyayên pîroz yên ku Îskenderê Mezin ji nekarîbû xwe lê bigire, ala xwe ya xwîn jê dirije biçikilînin.
Cihê Girê Sor
Aliyek yê Girê Sor fedike Govendê, aliyê din ji fedike Çarçela. Aliyê ku fedike Govendê, eyn weke kelheke xwezayî, hemû tehtên asê û geliyên kûrin. Aliyê ku fedike Çarçela, her çend asê ye ji lê belê ne bi qasî aliyê Govendê. Mirov çêtir dikare lê bigere. Girê Sor ji çar giran pêk tê û him ji bo dijminî û jî ji bo gerîlla ciheyî stratejîk e.
Gerîlla, xwe li girê yekemîn yê ku tûnêlên şer lê hatibûn vekirin bi cih kiribû. Ev tûnêlên şer yên ku li vî girî de, bi kedeke mezin û mîmariyeke xurt û şanazî hatibûn vekirin. Heta ku mirov dikare bi şêwazê şanaziya mîmariyê, wan bi bijareyên dunyayê re bide ber hevdu. Tûnêl ji çend tebeqan pêk dihatin. Ji bûna ku bi awayekî dijwartir li neyar bê xistin û parastineke baştir bête kirin, ev tûnêlên ku ji wan re perestgeha şer ji dihate gotin, ji sê tebeqan pêk dihatin. Ji bûna dijmin şaşûmaşû bibe, bi hev re ji çend cihan ve li neyar bête dayîn û xwe parastinek xurt bête kirin tebeqe ji hev cuda hatibûn çêkirin. Mesafeyek dirêj di navbera hersêyan de hebû. Her tebeqeyekê di heman demê de him çepera şer bû, him cihê jiyan û livanê bû, him cihê perwerdehiyê bû û him ji cihê parastinê bû.
Li her tebeqê de derî hebûn ku vedibûn aliyê zinarên asê yên derdorê. Û her yek ji van deriyan di heman demê de ji bo tûnêlan wekî pergala hewa standina xwezayî bûn ji. Çêkirina tûnêla şer ya Girê Sor 7 salan domkirî bû. Ev perestgeh ku di encama rêtina xwîn û xwîdana bi sedan gerîlayan hatibû çêkirin, şûnwarên kevnar ên demên kevnare tîne bîra mirovî û di heman demê de xwedî cihekî gelekî stratejîk bû. Gelek şervanên di nav hêzên gerîla yên di perestgehê de li dijî dagirkeran şer dikirin, di heman demê de tevlî çêkirina tûnêlê ji bûbûn û niha jî ji bo parastina wê têdikoşîn.
Di dema ku ev levda şêran dihat çêkirin de gelek gerîlayên hosta di dema qumbere teqandinê û kepçe şixulandinê re şehît ketibûn. Şervanan li vê perestgehê bi hev re dema xwe derbas kiribûn, bi hev re kêf û şahî kiribûn, bi hev re stran gotibûn û bi heman hest û ramanan di komemaliya xwe de jiyaneke nû afirandibûn. Ji ber vê yekê Girê Sor ne tenê qada şer bû, di heman demê de dibistaneke perwerdehiya bîrdozî û komemaliyeke ku jiyaneke nû lê dihat meşandin ji bû.
Çepera Girê Sor,
Dibistana perwerdeya bîrdozî ya Girê Sor,
Komemaliya Girê Sor û niha ji ew ê bibûya perestgeha şer, ya ku di tê de şerê herî dijwar û birûmet yê berxwedanê bi hatiya dayîn, di tê de wê şervanên mezin bi qehremanî beşdar bibûna…
Kelha berxwedanê ya bi sehm: GIRÊ SOR
Girê Sor, “perestgeheke” parastinê bû; ji aliyekê ve gelek derî, kozik û çeperên wê hebûn û ji aliyê din ve ji şervanan dikarîn cihê xwe biparêzin û di heman demê de ji li dijminî bixin. Beriya vê êrîşa dagirkeriyê ya dawî, ew qada parastinê bû ku derbên dijwar ji wêderê li dijminî dihatin xistin. Li gel ku bi giştî ew herêmeke parastinê bû, lê di heman demê de ew carna vediguherî çepera derbe lêdana neyarî ji. Bi gotineke din, her çend dora wê ji aliyê dijmin ve hatibû girtin û li hemberî hêsarên dagirkeran, yên bi alavên teknîkî yên pêşkeftî hatibûn zexmkirin ji, ew kelehek mezin û bi sehm bû.
Bi giranî bi çekên giran li dijî leşkerên dijmin yên li Girê Leglegê û girên din bi cih bûyîn, çalakî pêk dihatin. Li aliyê din her çend hêzên dijminî piştî çalakiyan bi dijwarî êrîşên hewayî li dar dixistin jî, lê belê ti encam nedigirtin. Li hemberî hewanek ya gerîla, dijmin jî bi dehan bombeyên ji balafira dihatin avêtin bersiv dida. Carinan dema ku gend jî dihat avêtin, dijmin yekser li pey hev obûs diavêtin.
Yekane cihê parastinê: Girê Silêman
Ji eniya gerîla ve yekane girê ku dikaribû Girê Sor yê ku ji aliyê dijminî ve hatiye dorpêçkirin biparêze, Girê Silêman bû. Girê Sor, lûtkeya herî bilind a eyaleta Avaşînê bû û di heman demê de eniya şer ya herî li pêş bû. Ji ber vê yekê, girekî din tunebû ku Girê Sor ji paş ve biparêze. Dema mirov ji vî alî ve berê xwe didayê, jixwe erdnîgarî ya Girê Sor ji eyaleta Avaşînê qut xwiya dikir. Dema mirov ji cihê xwe diqeliqî, hema mirov repûrût li ber çavên dijminê ku girên pêjber dagirkiribûn bû. Ji Çarçela bigire heta Girê Zirav, ji Leglegê bigire heta Xapûşkê, ji Şehîd Serhat bigire heta Helîkopterê û Govendê, hemû giran 24 seetan çavdêriya Girê Sor dikirin. Ji ber vê yekê hema hema her roj Girê Silêman ji aliyê dijmin ve dihat bombebarankirin. Ferq nedikir kes bidîtan yan nedîtan, hema didan li ber topan. Ji ber ku cihê Girê Sor û çalakiyên gerîla rê li ber lebata dijminî digirt. Mînak, dema ku dijmin li qontarên Çarçela rê çêdikir, gerîla bi çekên giran li wan dixist, rehetî nedida wan. Ji ber vê yekê, hêzên dagirker neçar mabûn karê xwe rawestînin, ji herêmê dûr bikevin û li çeperên din de xwe bi cih bikine.