NAVENDA NÛÇEYAN – Malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan duh saet di 11:00`ê sibê de balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li rojhilatê Eyn Îsayê xistiya xwarê.
Li gorî malperê şervanê QSD`ê Egîd Girê Spî diyar kir ku balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker rojane li asîmanê herêmê digerin û welatiyan dikin hedef.
Her wiha destnîşan kir ku balafira hatiye xistin, li asîmanê herêmê bû da ku welatiyan bike hedef.
Her wiha Egîd Girê Spî daxuyand ku li eniyên şer tevgerên dijmin dişopînin û destnîşan kir ku beriya balafir were bêbandorkirin, dewleta Tirk herêm bi çekên giran û bi dijwarî topbaran kiriye, piştî wê yekser balafirên bêmirov ketin asîmanê herêmê û got: “Piştî şopandinê, hevalên me ew balafir xist xwarê.”
`EM AMADE NE HERÊMÊN XWE BIPARÊZIN`
Şervanê QSD`ê Egîd Girê Spî wiha dewam kir: “Dewleta Tirk a dagirker hedefgirtin û topbarana li ser herêmên me, bi taybet Eyn Îsayê, didomîne. Dewleta Tirk her tim welatiyan dike hedef, hewl dide tirsê di nava wan de derxe.”
Egîd Girê Spî di dawiyê de got: “QSD her tim amade ye herêmê ji êrişan biparêze.”