NAVENDA NÛÇEYAN –
Dijmin ji aliyê maddî ve, gerîlla jî ji aliyê manewî, bîr û bawerî ve xurt bû!
Herêma Girê Sor, eyn dişibiya hêlîna teyrê bazî ya li raserî navenda herêmê bû û qontarên Girê Sor ji aliyê artêşa Tirk ya wekî garana berazan ve hatibû dagirkirin. Kêmasiya herî mezin ya Girê Sor ku perestgeha berxwedan, parastin û çalakiyan bû, jiber ku ji eyaletên din qut bû, di pêvajoya vekirina tûnêlan de hinek pirsgirêkên binesaziyê hebûn. Him di pêvajoya vekirinê de û him ji di rojên piştî wê de, ji bo pêkanîna hewcedariyên wan yên debara jiyanê û binesaziyên din, gelek tehlûke li ber çavan hatibûn girtin. Leşkerên artêşa dagirker yên li çeperên derdorê de, mîna gurên birçî û devilxwîn, di liv û qelqek herî biçûk de jî hema weke hovan êrîş dikirin. Di sala 2021 an de jiber şert û derfetên demsalî derfetên gerîla çênebûbû ku pêdiviyên xwe yên binesaziyê pêk bîne. Her çend di mehên zivistanê de qistek lazimiyên xwe, weke cebilxane, erzaq û pêdiviyên bi vî rengî hatibûn kişandin jî, lê belê gelek pêdiviyên bingehîn bi giştî jê kêm bûn.
Ji ber ku ji zû de dihat zanîn ku dê ji bo Girê Sor operasyon bê kirin, hewl hat dayîn hin tedbîrên giştî bêne standin. Jixwe tûnêl bi xwe weke kelehan bûn; ew him têra xwe dirêj û hem jî asê û qayîm hatibûn çêkirin. Bi taybetî piştî êrîşa li ser Garê, her çend li gorî derfetên heyî tedbîrên nû hatin girtin jî, ji bo pêşîlêgirtina li êrîşa dagirkerî û îmhayê ya di 23’ê Nîsanê de li Avaşînê hatibû destpêkirin hê jî şert û mercên têkbirina wê ne hatibûn temamkirin. Xebata binesaziya Girê Sor a ji bo bersivdayîna bi sekneke rast a li hemberî êrîşeke ewqasî mezin a dagirkerî û wêrankirinê hê jî nehatibû temamkirin. Ji ber ku êrîş pirr mezin, berfireh û mayînde bû.
Lê belê tevî van hemû kêmasiyên maddî jî, gerîla ji aliyê bawerî û biryardarî û moral û motîvasyonê ve baş amade bû. Bawerî û vîna hemû gerîlayan hebû ku bersiva vê êrîşa dagirkeriyê bidin. Di vê çarçoveyê de, gerîla bi berxwedaneke berfireh û di her alî de bi şerekî bi bandor wê rê nedaya dijmin ku bi hêsanî têkeve qadê û qadên azad dagir bike. Dê mil bi mila ve, sing û sing şer bikiran, li berxwe bidayan, lê belê nedihêlan kêliyekê ji dijmin rehet bimîne.
Êrîşa li ser Mamreşo û Bêhevsengiya Hêzê
Dengê helîkopterên ku di şeva 23 ê Nîsanê ber bi Mamreşo ve difiriyan, nîşana destpêka pêvajoyeke şer a nû bû. Pêvajoya şer ya nû dest pê kiribû, gava yekem a şer hatibû avêtin, çeqmeqa tifingê hatibû kişandin, guleya ewil hatibû avêtin û bombeya ewil teqiyabû. Diyar bû ku piştî vê wê tu tişt wekî berê nemaya.
Helbet diviyabû mirov hema ne gotiba ev şer e, gotina şer têrî vê nedikir. Şerekî ku di tê de gulle dihatin avêtin, bombe dihatin teqadin û mîna baranê bi çekên herî dawî yên teknolojîk ji hewa û bejahiyê dihatin bombebarankirin. Di nava vî şerî de ne tenê birçîbûn û têhnbûn hebû, di heman demê de birîndarbûn, seqetbûn, qetûwesel bûn û mirin jî hebû. Bi kurtasî, her tiştên xirab yên di derbarê jiyanê de di nava vî şerê xedar de pêk dihat. Rojên ku em dikarin wekî kêliyên man û nemanê pênase bikin dest pê kiribûn. Ji ber ku şer ji dîroka desthilatdarî û civaka çînî vir ve dihat wateya tirsa herî mezin a mirovahiyê.
Di vî şerî de, tişta herî girîng ya ku bi awayekî zelal bête diyarkirin, bêhevsengiya mezin a hêzê bû. Ji ber ku him şer bi xwe û hem jî hemû şert û mercên her cure êrîşan li gorî vê bê edaletiyê pêk dihatin. Yanê ev ji dewleta Tirk a kolonyalîst, dagirker û barbar bi xwe bû. Di navbera her du aliyan de ferq û bê edaletiyeke mezin hebû. Ji aliyekê ve artêşa barbar xwedî teknîkên herî pêşketî û çekên herî nû yên serdema me bû, ji aliyê din ve gerîla tenê xwedî çekên sivik yên wekî kalaşînkofê bû. Her curê erzaqê û derfetên debara jiyana wan hebû, di embarên gerîlayan de ji hema têra xwarina ku rojane zikê wan têr bike hebû. Ji ber vê yekê mirov ji kîjan alî ve lê dinêrî, di vî şerê hovane de bêhevsengî û newekheviyek mezin hebû. Lê belê ya ku di gerîla de hebû û bes di artêşa barbar de tune bû, ziravşêrî, welatparêzî, dilsoziya axê, daran, daristanê, avê, hestiyên bav û kalên wan yên di goran de bû. Û ji bo nirxan, bêyî ku çavê xwe biqurqusînin canê xwe feda kirin bi wan re hebû. Lê belê, leşkerên artêşa barbar ji mirovên ku ji nirxên mirovahiyê dûr pêk dihatin, yan ji ber mecbûriyeta qanûnî yan jî ji bo pere û meaş şer dikirin. Helbet di vî şerê hovane de ne kesê ku dilpola be, welatparêzî di giyanê xwe de hewandibe û hişmendiya xwe bi wêrekiya xwe nexemilandîbe, nedikarî xwe li ber vî şerê hovane de bigire, li berxwe bide û canê xwe feda bike.
Bîra gerîla bi qasî rastiyên îroyîn li rabirdû û paşerojê ji difikirî, di heman demê de bi dîrok, agahiyên nû û rastiyê barkirî bû. Deng û îradeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku di salan berê de gotibû “Dil û mejiyê xwe xurt bihêlin” hê jî weke heckû nû hatî gotin di hişê wan de bû.
Gerîla bi vê hişmendiya dîrokî, dema ku êrîşa dagirkeriyê li herêmên Mamreşo û Mervanosê hatîn dest pê kirin de, bi hemû hêza xwe ketibû di nava livê de. Ji ber ku madeyên teqemeniyê di destê wan de kêm bûn, sabotatoran fikrên nû pêş dixistin û segvanan ji çekên xwe amade dikirin. Ji bo bersivdayîna êrîşan bi berxwedaneke xurt pêk were her kes seferber bû bû. Ji bûna amadekarî bêne temamkirin, di nava tûnêlan de him rev û bezek hebû û him ji kelecanek mezin hebû. Di heman demê de li ser lêxistina dijmin ya bi bandortir devjeniyan ji dest pê kiribû.
Ji bilî amadekariyên di tûnêlan de, li ser ka wê ji bo herêma Mamreşo çi bê kirin ji hûrbûnê dest pê kiribû. Him devjeniyên tund pêk hatin û him jî pêşniyaz û nêrîn hatin kirin. “Em derkevin û li Girê Zirav çalakiyan li dar bixin, yan jî di rê ya ku li binya Çarçela tê çêkirin de em li dijminî bixin, em rehetiyê nedine dijminî, bila artêşa dagirker bi rehetî nekare li herêmên din dane, bigere û divê em ji bûna vê teqtîkan pêş bixin.”
Dema xîretê dest pê kiribû û li her tebeqê zêrevanên cuda hatibûn bicihkirin û teqtîkên li gorî tevgera dijminî dihatin pêşxistin. Êdî dem dema mêranî, mêrxasî, egîdî û xîretê bû. Dema liv û tevgera helîkopteran çêdibû, bi doçkayên 12.5 berdidan wan û bi vî awayî hewl didan ku alîkariya hêzên gerîla yên li Mamreşo û Mervanosê bikin. Dijmin him bi tundî li Mamreşo dixist, him ji hewl dida ku leşker dane wan herêman. Li hemû çeperên gerîla yên li derdora Mamreşo, ji bû ku bala dijminî bikşînin li ser xwe, teqtîkên piralî dihatin bikaranîn. Armanc ew bû ku hêza dijminî ya li Mamreşo bête parçe kirin û bala wan bikşînin li ser aliyên din. Ji bû vê çi pêwîst bû dihate kirin.
Armanca gerîla ew bû ku li Girê Sor bi teqtîkên şer yên nû li dijminî bixe
Ji ber ku di kelha Girê Sor de ji yekê zêdetir deriyên çavdêrî û ketin-derketinê hebûn, di heman demê de derfetên bêyî derketina ji derve bikaranîna çekên giran û lêdana dijminî ji hebû. Di pêvajoya operasyonê û êrîşan de bikaranîna doçkayê ji hundirê kelha Girê Sor teqtîkeke şer a gelekî girîng bû. Vê yekê him asteke girîng a hêza parastinê derdixist holê û him jî sehmeke derûnî ya mezin li ser dijminî dida çêkirin. Guleyên ku bi doçka 14.5 ji deriyê Çarçela li ser çeperên neyarî yên li Girê Zirav de dihatin barandin, him dijmin ditirsand û him jî nedihişt ku dijmin bi rehetî êrîş bike. Ji bû bi dest xistina derûnî ya şer û çêkirina tirsê di dilê dijminî de, li hêzên dijmin yên di çêkirina rêyan de dixebitin jî derb dihate xistin.
Tişta ku li Mamreşo diqewimî dibû tecrûbe. Ev şerekî nû bû û dijmin teqtîkên nû diceriband. Gerîla her tim bûyerên li Mamreşo, Zendûra û Şehîd Serdar dişopand û ji bû şerekî muhtemel li ser girê xwe hewl dida ku tecrûbe bi dest bixe. Hêza gerîla ya ku bi salane şer dikir, careke din hînî teqtîkên nû, sepanên nû û aliyên pratîkî yên şer yên nû dibû. Di vî warî de hêzên gerîla yên li Girê Sor, di vî şerê mezin û xwînî de ku di tûnêlên şerî de rû dida de, teqtîk û rêbazên şer yên nû li gorî şerê binerd û tûnêlan vediguherandin û teqtîkên “di tûnêlan de çawa şer tê kirin û serdikevin” jiyan dikirin.
Yekane armanca ku ew li ser disekinîn baştir şerkirin bû
Di pêşengiya heval Serhat, Rûken, Canfeda, Kamuran, Zafer, Xebat û Sarya de ji 23’ê Nîsanê heta 3’ê Gulanê li qada Mamreşo berxwedaneke destanî pêk hatibû. Berxwedana wan, ji bo şervanên ku di berxwedana perestgeha Girê Sor de cih digirtin de, him serhatiyek mezin bû, him jî ji wan re bûbû rêberek mezin. Tekoşerên li Mamreşo, ji bo ronahiyê bidine şerên ku dê piştî wan bi qewimin, bênavber şer kiribûn. Mamreşo, cenga yekem a êrîş û berxwedana li ser hemû qada Avaşînê bû. Ji ber vê yekê, dersên ji vî şerî bihatan derxistin bûn ku dê çarenûsa hemû şerên din ji diyar bikiran. Her çi dibû bila bibûya, wê şer bihata kirin û heta guleya dawî li ber xwe bidayan. Jixwe ev welê ji çêbû.
Artêşa Tirk a barbar bi hemû hêza xwe êrîşî eniya Mamreşo kiribû. Ji hewayî û bejayî êrîşên sîstematîk, tûj û bênavber pêk anîbû. Herî dawî ji, hêza gerîla ya li çeperên Mamreşo ku deh rojan bi performanseke ji vîn û quweta mirovan der şer dikirin û berxwedaneke bê hempa didan, di encama êrîşa bi çekên kîmyewî de gihiştibûn şehadetê.
Lê belê, te digot qey şerî nû dest pê kiribû. Qet tiştek bi dawî ne bûyîbû, berovajî vê li hemû eniyan berxwedanên bi heybet berdewam dikirin. Hêzên gerîla yên li Girê Sor bi cih bûyîbûn careke din sond xwaribûn ku ew ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin û derbên giran li dijmin bidin. Dubare dubare destekî xwe didanîn li ser dilê xwe û bi destê xwe yê din ji çekên xwe radikirin hewa û digotin, “Em ê tola rêhevalên xwe yên ku li Mamreşo li ber xwe dan û gihiştine şehadetê hilînin.”
Serhildanê ku fermandarê yekîneyê bû, di alûleyên dirêj yên perestgehê de ji seriyekê diçû seriyê din, bê rawestan diçû û dihat, rewş dişopand û bi dengê bilind strana “Berxwedana Serdemê” digot. Wî strana navdar bi dengekî bilindtir distra û şûna ‘Serdemê‘ digot ‘Girê Sor.’ Serhildan çavkaniya keyfê bû! Him keyfa hevalan vedikir, û him ji bi berpirsyariya fermandarekî rastiyên şer vedigot.
Êdî her şervanek bi berpirsyariya fermandarekî tevdigeriya. Ji ber ku roj hatibû, di hemû şervanan de hişmendiya “Heke her kes weke fermandarekî hereket bike, biaxive, bijî, berpirsyariya xwe bi cih bîne û şer bike, wê ewqasî derbên giran ji li dijminî bêne xistin” hakim bû. Hemû axaftin û civatên wan li ser şerî bûn. Li ser esasê ku wê mirov çawa baştir li ber xwe bide û çawa derbên xurttir li neyarî, ango artêşa Tirk ya barbar bide bûn. Sohbetên asayî û ji rêzê êdî qediya bûn. Her kesê gotinên têr û tejî digotin û xeyalên mezin dikirin. Di xewa xwe de jî êdî derbe lêdana li dijminî didîtin. Di rastiyê de ew tenê li ser tiştekê disekinîn: Baştir şer kirin, baştir berxwedan, cebilxane rast bi kar bînin, hewldana layiqbûyîna rêhevalên xwe yên ji beriya wan şehîd ketîn û tola wan hildan.