AMED – Êrîşên dagirkeriyê yên ku li ser çiyayên Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê hatine destpêkirin berdewam dikin. Li dijî êrîşên dagirkeriyê seferberiya ciwanan didome. 23’ê Gulanê danê êvarê saet derdorî 22:00’an qereqola Bazê ya dagirker a li Farqînê kirin hedef û li dijî qereqola polîsan a dagirker çalakiya bombeyî hate lidarxistin. Daxuyaniya berfireh a Milisên Parastina Kurdistanê ku bi daxuyaniyeke nivîskî çalakiyên xwe eşkere kirine wiha ye;
“Di êvara 23’ê Gulanê de saet derdora 22.00’an de milîsên me bi awayekî bi bandor li cerdevanên Qereqola Çarşı ya dagirker ku berê kontrola xwe kiribûn, bi bombeyeke komê xistine û piştî çalakiyê polîsên Tirk ên faşîst tax dorpêç kirine û hemû rê girtine. Ambulansek ket qereqola polîsan a dagirker. Milîsên me bêserûber xwe gihandine cihên xwe.
Polîsên Tirk ên dagirker ku di bêexlaqiyê de ti sînoran nas nake, bi ser avahiyên derdorê de girtin û êşkence li gel kirin û divê serokê çeteyê bi navê Suleyman Soysuz vê baş bizanibe ku ciwanên Kurd wê li stûyê wan bin. Em weke Milîsên Parastina Kurdistanê emê helwesta xwe nîşan bidin û çalakiyên tolhildanê pêşbixînin. Eger dewleta Tirk a barbar a bêexlaq çekên kîmyewî li dijî zarokên Kurd bi karbîne wê çalakiyên me tu sînoran nasnake çalakiyên me wê bênavber dewam bikin”
Milîsên Parastina Kurdistanê diyarkirin ku piştî çalakiyê êrîşên polîsên Tirk ên dagirker li dijî gel dewam dikin.