MERSÎN – Seferberiya ciwanan a li dijî êrîşên dagirkeriyê ku dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê di 17 ‘ê Nîsanê de dabû destpêkirin didome. Li Mersînê duh bi şev wesayîta ayîdî faşîstan ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Agît Îpek a Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ve hate şewitandin. Yekîneyê bi daxuyaniyeke nivîskî çalakiya xwe ragihand.
Daxuyanî wiha ye;
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên KT’yê a dagirker û hevkarê wê PDK’ê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê, li Mersînê wesayiteke faşîstan ji aliyê Yekîneya Şehîd Agît Îpek a DGH’ê ve hate şewitandin. Em weke ciwanên Apoyî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li dijî welatê me tên kirin, emê çalakiyên xwe bê navber li dijî faşîst û desthildariya Tirk a dagirker bidomînin.