NAVENDA NÛÇEYAN –
Hêza li Girê Sor mezintir bûbû û vîn û biryara şer û têkoşînê hîn xurttir bûbû. Bi zanebûn, tecrûbe û teqtîkên şer yên nû ku ji Girê Silêman elimî bûn, xwe ji şerekî mezintir re amade dikirin.
Ji nû ve danîna Girê Sor
Botan, Serhildan û Zinarîn fermandarên berxwedanê bûn. Ya ku perestgeha berxwedanê ya Girê Sor kirî keleh, vîn û baweriya wan, ruhê wan yê Apoyî û rêhevaltiya wan ya ji dil û can bû.
Neyar li Girê Silêman derbeyek mezin xwaribû. Kuştî û birîndarên wan hebûn. Jixwe derketina gerîla bi saxlemî ji wir, ji bo dijminî bi serê xwe derbeyek mezin bû. Ji ber vê yekê jî artêşa dijmin heta ku ji Girê Spî hate Girê Sor her tim di nava dudiliyê de bû. Ji ber wê, heta ew hatin Gisê Sor hema bêje hefteyek derbas bûbû. Ji ber derbeya ku wan li Girê Silêman xwarîn, ew pitir bi hemet û sexbêr diliviyan û tirseke mezin di dilê wan de hebû. Ji ber wê, ew bi awayekî pir hêdî ber bi Girê Sor ve dihatin.
Piştî Girê Silêman, bi rêya bejahî xwe gihandibûn girê çaran. Girê Spî û girê çaremîn zêde ne ji hev dûr bûn.
Roja êrîşê Mizgîn, Serhildan û Ozgûr li qata herî jor ya perestgeha şer de bûn. Li tebeqa binî ji Têkoşîn, Argeş û Zinarîn bi cih bûbûn. Botan, ji bo bikaribe mudexeleyî her du tebeqan bike li tebeqa nêvê bi cih bûbû. Li aliyê din, Delal ji ber ku ciwan bû, di nava hêzên şerî de cih nedigirt. Him ji bû were parastin û him jî ji derveyî eniya şerê pêş bimîne li cem Botan bû. Li her tebeqê sabotator û segvan hatibûn bi cih kirin. Baz û Armanc deriyê Çarçela girtibûn. Ev plana giştî bû, lê belê wê carna li gorî hewcedarî û rewşê cih bihatan guhertin. Hejmara gerîlayan bi giştî kes 10 bûn.
Fermandarê herêmê Botan hevalek ku ji roja tevlîbûna xwe heta roja şehadeta xwe, her tim li Avaşînê mabû û hema bêje her derê herêmê weke kefa destê xwe nas dikir. Ewî şervanî û fermandarî ji li vê xaka ku bi salane gav bi gav li ser digeriya girtî bû. Ew li Avaşînê de bûbû sembola kesayetiya ji xwe fihêtiyê û fedakariyê. Şansê tekoşêran yê herî mezin ew bû ku, di bin pêşengiya fermandarekî weke Botan de şer dikirin. Fermandarekî mêrxas, fedekar û fedaî bû, hakimê teqtîkên şer bû, bê dawî girêdayî gel û tevgerê bû, di fedakariyê de sînor nas nedikir, û ew î her tiştê xwe dabû azadî û serxwebûna gelê xwe. Di perestgehê de, di çeperên şer de berdewamkirina berxwedanê ya dûvdirêj de, bê guman behra herî mezin ya fermandar Botan bû.
Fermandarê yekîneyê Serhildan, li herêma Basya, li deverên Girê Silêman, Bazî û Girê Sor mabû. Di heman demê de ew ji hevalekî ku herêm baş nas dikir bû. Fermandarekî gerîla yê xwebexş bû. Bazî û Girê Sor weke kefa destê xwe dizanî. Di vekirina tûnêlên şer yên li herêmên Bazî û Girê Sor de kedeke mezin da bû, bêwestan û di nava xwîdanê xebitî bû, hin caran bi seetan tenê xebitî bû, bi mîtroyan tûnêl kola bû. Pirr dilnaz, sexbêr, hestiyar, kedkar û di heman demê de çavkaniya moralî bû. Tûnêlên Girê Sor bi stran û helbestên wî zindî dibûn. Her tim di herêmên herî asê de mabû. Ew li girên herî asê yên ne mirov lê şerî, jiyan ji lê pir zehmet de mabû û wî li wanderan fermandarî kiribû. Jiber wê xwedî tecrûbeyek mezin bû. Ji bilî berpirsiyariyên giran yên pratîkî yên ku wî hilgirtibû li ser milê xwe, xwediyê dilekî nazdar, xweza hez, hestiyar û jiyaneke kûr û giyanekî estetîk bû. Hevalekî ku ne tenê li ser şerî, her weha li ser wêje û helbestê jî disekinî bû. Di şevên morala de ji bo xwendina helbestan yek ji helbestvanên ku herî zêde jê dihat hezkirin bû.
Fermandara tîma gêrîlayên jin Zinarîn bû. Fermandareke ciwan a jêhatî bû ku ne tenê jinan, herweha hemû gerîlayan rêz li helwest û fermandariya wê digirtin. Şêwaza rêxistinkirina Zinarînê, hesasiyeta wê ya jinê, sekna wê ya azadiyê, kesayetiya fermandarî û rêhevaltiya wê di berxwedana Girê Sor de ji bo hevalan watedar û ji bo dijmin jî derbeyeke giran bû. Di warê leşkerî de ew ne demekî dirêj bû ku berpirsyarî girtî li ser milê xwe. Lê belê, di demeke kin de bûbû gerîla xurt û li girên herî asê yên Zagrosan yên weke Girê Sor, xwe gihandî bû asta fermandariyê. Botan, Serhildan û Zinarîn fermandarên berxwedanê bûn. Berxwedana wan, ruhê wan yê Apoyî û rêhevaltiya wan bû ku ev kelha berxwedanê veguherand perestgeha berxwedanê.
Vîn û baweriyan hemû şervanên di perestgeha şer de, ku dudiliyek biçûk jî di şerkirina li hemberî dijminî di dilê wan de tine bû, bi qasî çiyayên Zagrosê mezin bû û ji ber wê ew hatibûn bijartin. Hemû jî weke fermandarekî li vê kelha berxwedanê de li dijî dijminî şer dikirin û heta dawiyê beşdarî vê berxwedanê bûbûn. Tekoşîn û Ozgur sabotator; Armanc, Argeş, Mizgîn û Baz ji segvan bûn. Hemû gerîlayên li wî girî, xwedî taybetiyeke diyar bûn û pisporiyek ya wan hebû. Hevala herî nû Delal bû û salek ya wê di nava refên gerîla de qeda bû. Ew hevaleke zû di elimî û pirr dilxwaz bû. Di nava gerîlayan de him kalîte û him jî lihevhatinek hebû. Ew gelkî li bayê hev bûn. Li tebeqa serî de, tîmek ji sê kesan ku ji sabotatorek, segvanek û gerîlayek ku ji nîv-otomotîkê fêm dikir û di heman demê de di rêveberiyê de bû, daîmî bûn.
Leşkerên artêşa dagirker hêdî hêdî ber bi Girê Sor ve diçûn
Artêşa Tirk a kolonyalîst hêdî hêdî xwe nêzî çepera sereke ango perestgeha şer dikir. Ji zêrevaniyên perestgehê, êdî ne gengaz bû ku dijmin bi rêkûpêk bi awayekî eşkere were dîtin. Leşkerên artêşa barbar, ji Girê Spî û pêde peyatî diçûn. Di 21’ê Hezîranê de hetanî girikê duyemîn yê Girê Sor hatibûn. Ji ber ku êdî ne gengaz bû ku mirov bikaribe zêrevaniyê li wan bike û wan bişopîne, leşkerên dagirkeran hema hema xwe gihandibûn deriyên Girê Sor. Carinan ji cihekî gelekî krîtîk û varî ku gerîla lê bi cih bûbû de, mirov dikarîbû qelqa ji derve bidîta. Ozgurê tam di cihekî varî û bikaribe dijminî rehet bibîne de cihê xwe girtibû. Jixwe, pêşiyê wê li qelqa dijminî anî bû der. Dema ku ew li lûtkeyê zêrevan bû, hinek deng dibihîze. Hema cih de bi dûrbînê li cihê ku deng jê tê dinêre û dibîne ku yên têne leşkerên artêşa barbar in.
Çeperên gerîla ji çend gir an pêk dihatin. Dijminî pêşiyê ji girê jorî êrîş kirîbû, piştre ji berê xwe dabû gir ên din. Armanca wan ew bû ku, bi lê reşandineke xurt hakimiyeta xwe li ser çeperan çêkin, însiyatîfê bêxin di destê xwe de û di nava gerîla de tirsê çêkin, piştre hêz û vîna wan ya şer bişkînin. Teqtîkeke din ji ew bû ku nehêlin şervan derbikevin ji derve. Loma jî bê navber gulebaran dikirin.
Cara yekemîn bû ku li tûnêlên Girê Sor de şer diqewimî û ev ji li wir tecrûbeya gerîla ya yekemîn bû. Ji ber vê yekê, dema ku li vir şer dikirin, di heman demê de hînî gelek tiştên nû jî dibûn. Mînak dijminî tiştekî nû diceriband, gerîla jî ji bo pûçkirinê tedbîrên cuda û nû pêş dixist. Şerî mirov mecbûrî teqtîkên nû dikir.
Mizgîna segvan û êrîşker
Diviya bû ku destûrê nedine dagirker ewqasê bi hêsanî xwe bigihînin li ser gir î. Dengê wan ji girê duyemîn dihat, lê belê nedihatin dîtin. Li ser her sê giran ji leşker hebûn. Ew peyade hatibûn û jimara wan ji pirr bû. Wê şevê helîkopterên Skorsky leşker danî bû li ser girê çaremîn. Şerî dest pê kiribû. Gerîla ji deriyê mezin bê rawestin bi doçkayê gule li dijminî de direşandin. Ji ber vê çendê, carna paşve direviyan, carna berê xwe didan aliyên cuda û carna ji bi teqtîkên cuda dema ber bi cihê çepera sereke ve dihatin rê ya xwe diguhertin.
Diviya bû ku gerîla jî li hêmberî vê êrîş û pêşdeçûna dijminî teqtîk pêş bixista. Teqtîka yekem ew bû ku segvan li neyarî bidine û wî çavtirsandî bikin û paşê ji derbe li ser derbê li wan bide. Gerîla Mizgîn di vî warî de pispor bû û peywira wê ji segvanî bû. Bi xwezayî, pêşniyara yekem ji wê hati bû. Pêşniyaz kir ku hêj dijmin li ser girê duyemîn çalakiyeke sûîkastê bê pêkanîn. Hema bêje hemû fermandar û gerîla tevlî pêşniyaza segvaniyê ya Mizgînê bûbûn. Di navbera Mizgînê û hêzên dijminî de bi qasî 500 mîtroyan mesafe hebû.
Û ev çalakiya yekem ya Mizgîna segvan bû. Di 22 û 23’ê Hezîranê de, 2 çalakiyên sûîqestê pêk hatin. Bi çekên bombeavêj û takekesî bersiv dan. Gulebarandina nijminî gelekê domkir. Mizgînê hewceyî pê nedîti bû ku bersivê bide wan. Roja din dema ku 6-7 leşkerên neyarî hewl didan ku ji xwe re çeperekê çêkin, wê bi Qenasa di destê xwe de armanc li ber dijminî danî bû. Lê belê di wan şert û mercan de, di wê kuna teng de, ewqasê ne hêsanî bû ku leşkerên dagirker yên ku têra xwe dûr, bêxe. Ji ber vê sedemê Mizgînê cilê kamûflaj li xwe kiribû, dest avêtibû çeka xwe û derketi bû ji derve û du gule berdabûn dijminî. Di derba ewil de leşkerek mirî bû û yek ji birîndar bûbû.
Pevçûna yekem
Pevçûna yekem ya li perestgeha şer di 23’ê Hezîranê de pêk hatibû. Piştî ku hêzên dijminî hatin li ser girê yekem ê lûtkeyê, pevçûnan ji dest pê kiribû. Di roja duyemîn de ji tebeqa jorê, dengê leşkeran dihat bihîstin û diyar bû ku ew gelekî nêzîk bûbûn. Ya rast, hêzên dijminî êdî li ser banê perestgeha şer bûn. Mizgînê, dema ku li tebeqa serî zêrevan bû, bihîstî bû ku leşkerekê telîmat dida yên din û bi qasî 5 mîtroyan dûrî xwe 3 leşker dîtibûn. Paşê leşkeran ji lê wê anî bûn der û hema cihde cihê ku Mizgîn lê gulebaran kirîbûn. Mizgîn ji ne merdiyê nake hema yekser bersiva wan dide û bi vî hawî pevçûna yekem li tûnêlê dest pê kiribû.
Leşkerên Tirk rasterast ber bi derî ve gule barandin. Mizgînê ji bombeyek avêtibû û li leşkeran reşandî bû. Wê rojê Ozgur, Argeş, Serhildan û Mizgîn li tebeqa serî bûn. Pevçûna yekem a wê rojê bi qasî seetekê dom kiribû. Leşker zêde nêzî deriyan nedibûn, hema ji dûr ve gule dibarandin. Gerîlayan wê rojê ji her sê deriyan bênavber gule li dijminî direşandin. Carna gerîlayek ji derî derdiket û bi BKC yê li neyarî dixist û dema ku dijminî taqeta xwe ya zêde dida li ser wî derî, vê carê derdiket û ji deriyekî din li wan dixist. Dijmin matmayî mabû, fêhm nedikir ku ka gule ji kuderê ve dihatin.
Dijmin fêhm kiribû ku Girê Sor ne pariyekî hêsaniye û wê şevê neçar mabû û dîsa vekişiya bû girê duyemîn. Piştî ku tarî ketî erdê, şer ji rawestiya bû. Di rojên piştî vê de şer pirranî di seetên êvarî de diqewimî. Seetên êvarê hema bûbûn seetên pevçûnê.
Gerîla herî zêde bombe bi kar dianî. Di rojên ewil de şer pirr dijwar bû, dengê şer qet qut nedibû. Ji ber vê yekê atmosferek cida çêbû bû. Hin gerîlayan gule li dijminî direşandin, hinan cebilxane dikişandin, dijmin keşf dikirin û dema ku ev hemû diqewimin ji, tecrubeyên ku dihatin bidestxistin ji hevdû re digotin û tedbîrên nû dihatin girtin.
Li mal de, yanê di tûnêla şerî de, liv û çûn û hatinek pir bi coş hebû. Her kesê arîkariya êkûdu dikir, bûbûn yek dil, yek îrade, yek giyan û ew weke yek laşî bûn. Cebilxane bi sexbêrî dihat bikaranîn, lê belê tilî ji ser çeqmeqê qet nehatin rakirin. Dijmin di roja ewil de ji deriyê lûtkeyê de bombe diavêtin, jiber ku derî ser bi jor bûn bombeyên di avêtin dihatin heta xwarê. Mînak, ba ji jor ber bi jêr dihat û pirr xurt bû. Piştî teqînan toz û dûman yan ji gazên dihatin bi kar anîn rasterast dihatin jêr. Roja ewil di nav pevçûnê de derbas bûbû, dijminî hêj giranî neda bû teqemenî û gazên kîmyewî.