NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Andok Çekdar wateya van êrîşên dagirkeriyê a dewleta Tirk ya dagirker û hevkarê wê PDK’ê, yên li ser çiyayên Kurdistanê, li hember wê berxwedana dîrokî û destanî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji ajansa me re nirxand. Di heman de cih û warê ciwanên Kurdistanê di nava vê pêvajoyê de çawa ye û di bi destxistina serkeftinê de erkên ciwanan nirxand. Di 50’yemîn sala serkeftinê ya têkoşîna azadiyê de, berpirsyartî û rola ciwanan anî ziman û got; Em bangawazî dikin, her kes hemû ciwanên Kurdistanê, hemû ciwanên Apocî, her derê ji faşîzm û xiyanetê re bikin dojeh û hemû faşîst û dagirkeran di wê dojehê de bişewtînin. Li ser vê esasê em dibêjin, “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” û bikevin nava seferberiya çalakiyê.”
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi vê berxwedanê şeref û rûmeta gelê kurd diparêzin
Di şexsê hevalên ku di Zap û Metîna de, li hember dagirkeriya faşîst a dewleta Tirk, bi berxwedan û bi qehremanî şehîd ketin, hemû şehîdên meha Gulanê biminet bi bîrtînin. Li Zapê şerê ku li dijî dewleta Tirk ya faşîst tê meşandin, mehek li pey xwe hêşt. Di nava vê mehê de di nava planên dagirkirina Kurdistanê, li hemberî planên qirkirina gelê kurd û kurdistanê, di pêşengtiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de, berxwedaniyeke dîrokî, fedakarî û wêrekiyeke mezin, li hember artêşa faşîst derket pêş, li pêşiya wê sekinî û nehêşt ku dewleta qirker û faşîst bigihêje hedef û armancên xwe. Bê guman bi salane ku dewleta Tirk ji bo temamkirina qirkirina gelê kurd, ji bo temamkirina qirkirina Kurdistanê, di nava plan û lîstokan de ye. Bi dehan caran, bi heman şêwazê ji bo ku koka gelê kurd biqedîne, êrîşên bi vê rengî anî ser gelê kurd, li qadên cuda cuda êrîş kir. Li hember van êrîşan ya ku li berxwe dide, di nava berxwedanê de ye, şeref û rûmeta gelê kurd û kurdistanê ve diparêze û xwedî lê derdikeve, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ne, û partiya vejîna gelê kurd PKK’ê ye. Ji bo vê jî bi hemû amûr û alavên ne merdane, ji dewleta qirker û faşîst re dibe hedef.
Şerê li Zapê tê meşandin, ji bo gelê herêmê şerê man û nemanê ye
Bê guman ev êrîş tenê bi destê dewleta Tirk nayê kirin, hemû hêzên kapîtalîst û emperyalîst, bi alîkariya hêzên NATO, û bi hevkariya PDK’ê ya bê rûmet, bi hevkariya xiyaneta PDK’ê van êrîşan hemû pêkhatin. Niha jî li hember van hemû êrîşan Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hewldide gelê kurd û hebûna Kurdistanê bi tevahî biparêze, ji bo wê jî di nava berxwedaneke dîrokî de ye. Destan û dîrokan dinivîse, dîrok û çarenûsa gelê kurd ji nû ve dinivîse. Ev êrîşên dagirkeriyê yên li ser Zapê bê guman êrîşê yekemîn nîne, beriya niha jî dewleta qirker û faşîst, dîsa bi hevkariya NATO, êrîşî Zap û gelek cihê din kirin, dîsa êrîşî bajarên Kurdistanê kirin, heman demê de dewleta Tirk êrîşî gelek cih û warê gelê kurd kir, li Şengalê û Rojavayê Kurdistanê. Ji bo ku dagirkirina tevahî Kurdistanê pêkbîne, gelê kurd bi giştî di qirkirinê de derbas bike, dîsa jî ya ku heya niha van planên wan vala derdixe û planên wan pûç kir gerîla bû. Niha jî dîsa heman êrîş berdewam dikin, li hember van êrîş û planan ve, berxwedanekî dîrokî di pêşengtiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de tê kirin. Şerê ku niha li Zapê tê meşandin, şerekî ku di navbera toronîzmê û hebûn û berdewamiya gelê herêmê de bi pêşdikeve. Yanê ji bo gelê kurdistanê û gelê herêmê şerê man û nemanê ye. Ji bo vê jî weke ku niha Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi wêrekî û fedakerî li berxwe didin, hem ji bo ku van planên qirkirinê yên ser gelê herêmê bi giştî bi binbixe û hem jî ji bo pêşerojeke azad li ser vê axê bide avakirin. Ev şer şerê gele, şerê hemû gelê herêmê ye, yanê şerê gelê ku pêşeroja xwe dide avakirinê ye. Bê guman hemû gelê Kurdistanê bi rihekî seferberî, bi wêrekî, hêz û berxwedaniya ku gerîla li Zapê derxistiye, pêwîste bikeve nava têkoşînê, li her qadê ku faşîzm lê ye, pêwîste ew der bibe qada şer. Ev şerê ku niha li Zapê tê meşandin, pêwîste bibe şerê ku li hember faşîzmê. Li hember faşîzma tûranî, pêwîste cenga gelan bi pêşbikeve. Ji bo vê jî divê her cihekî ku faşîzm lê ye, bibe qada cengê.
Pêwîste hemû ciwan seferberî vê pêvajoya man û nemanê bibin
Bi vê awayî beriya her tiştî divê ciwanên Kurdistanê û ciwanên herêmê, li hember vê faşîzmê, li hember van planên qirkirinê, li hember van êrîşên tunekirina nirxên mirovatiyê, pêwîste pêl bi pêl bikevin nava tevgerê, seferber bibin. Çawa ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, ji bo bi binxistina mêtîngerî û dagirkeriya li ser vê axê seferber bûne, bi hemû hêza xwe. Di serî de jî hemû ciwanên Kurdistanê, li her cihê ku lê ne, pêwîste weke pêvajoyeke seferberiyê, bi zanebûna erka xwe bikevin nava tevgerê. Xeta ku ji Şerê Gelê Şoreşgerî re pêşengtî dike, hemû gelên azadîxwaz, hemû gelên ku nirxên mirovatiyê dixwazin biparêzin, ji wan re pêşengtî bike. Bi vê wêrekiyê divê ciwanên Kurdistanê bikevin nava tevgerê. Hem ji bo parastina gelê kurd ciwanên kurd milê xwe bidin milê gerîla, hem jî ji bo ku her derê li hember faşîzma dewleta Tirk bikin qada têkoşîn û berxwedanê, seferberî hatibû ragihandin. Bi wê bangawaziyê li gelek deveran, bi dehan ciwanên kurdistanê, bi dehan ciwanên kurd û ereb, ji qadên cur bi cur berê xwe dan nava refên gerîla. Di heman demê de li qadên ku li wirin, li hember faşîzmê rabûn serhildanê, ketin nava çalakiyên cur bi cur. Em weke xeta ciwanên kurd yên li derveyî Kurdistanê, li Ewrupayê têkoşînê bi pêşdixînin silav dikin. Wê xetê pêwîste bikin xeta ku derbe li faşîzmê dixe, ser de biçe û hesab jê bixwaze. Li hember xiyaneta ku PDK’ê û Malbata Barzanî ketiyê jî, heman xet û têkoşînê bidin meşandin, ji aliyê ciwanên kurd ve divê xeta hesab pirsînê bi pêşbikeve.
Bi rihê ciwanên APOCÎ berê xwe bidin Behdînan û Zap’ê
Li her derê di serî de Rojavayê Kurdistanê, bi rihekî raperînê, li hemberî mêtîngeriya dewleta Tirk, li hember êrîşên li ser gelê kurd û kurdistanê bisekinin. Çawa ku dema li Rojavayê Kurdistanê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk çêbûn, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê daketin çû, xwedî derketin û ew parastin, bi heman ruh, wêrekî û rolê ciwanên Rojavayê Kurdistanê û tevahî Bakur-Rojhilatê Sûriyê ve jî bilîzin. Pêwîste bi 24’saetan di nava çalakiyan de bin, hem di nava seferberiyê de jî bin, ji faşîzm, dagirkerî û xiyanetê ve hesab bipirsin. Heman demê de bi seferberî berê xwe bidin Zap, a ku cenga mezin ya rûmeta mirovahiyê lê tê meşandin, û beşdarî nava refên gerîla bibin. Li Şengalê jî bi heman şêwazê çawa ku 12 siwariyên ji çiyayên kurdistanê daketin û çûn û li pêşiya êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şeref û rûmeta gelê Şengalê parastin, pêwîste bi heman awayî ciwanên êzîdxanê jî, di nava seferberiyê de bin. Bi rihekî seferber, li qadên ku li wirin, ji xiyanet û dagirkeriyê ve hesab bipirsin. Li Ewrupa, Başûrê Kurdistanê bi heman şêwazê ciwanên Apocî, ciwanên kurdistanê berê xwe bidin heman helwestê, berê xwe bidin Behdînan û Zapê, ji faşîzmê û dagirkeriyê hesab bixwazin.
Roj Roja hesab pirsînê ye
Roj roja hesab pirsîna ji dagirkeriyê ye, em ketine pêvajoyeke bi vê rengî. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, ku vê cengê û têkoşîna 50’î salî li hember mêtîngeriya dewleta Tirk dan destpêkirin, êdî pêvajoya ku biçe serkeftinê ye, êdî pêvajoya ku faşîzm û mêtîngeriya dewleta Tirk were bi binxistinê ye. Ji bo wê jî weke şerê dawiyê, divê em seferber bibin, hemû hêz, cesaret û zanebûyîna xwe pêwîste bixin nava tevger û çalakiyê ve. Ji bo vê jî weke pêngava 1’ê Hizêranê em dixwazin bighînin serkeftinê û bighînin azadiya gelê kurd. Ji bûyî wê jî bi taybet di çarçoveya seferberiya ku tevgera me ya giştî daye destpêkirin, hemleya “DEM DEMA AZADIYÊ YE”, bi şîara “WERIN CENGA AZADIYÊ”, em jî bangawazî dikin em pêvajoyê li herderê vegerînin qada cengê. Em mil bidin milê gerîla, bi hevre vê faşîzma tûranî bi binbixînin, azadiya kurdistanê misoger bikin. Ji bo wê jî em bangawazî dikin, her kes hemû ciwanên Kurdistanê, hemû ciwanên Apocî, her derê ji faşîzm û xiyanetê re bikin dojeh û hemû faşîst û dagirkeran di wê dojehê de bişewtînin. Li ser vê esasê em dibêjin, “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” û bikeve nava seferberiya çalakiyê.
NC// Zerya Bagok