RIHA – Emîne Şenyaşar, ku 14’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûs a Rihayê hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe dewam dike.
Malbata Şenyaşar ku ji 9’ê Adara 2021’ê û vir ve 444 roj in di Nobeda Edaletê de ye, careke din ji mala xwe ya li Pirsûsê berê xwe da ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobedê kir.
Li ser hesabê twitterê yê malbata Şenyaşar ev peyam hate dayin:
“Li pêşiya Edliyeya Rihayê neheqiyeke mezin heye. Her kes vê dibîne, her kes pê zane. Em dozgerên dewletê vedixwînin maf û edaletê. Em mafê xwe dixwazin.”