KOBANÊ – Endamên saziyên civakî, xwendekarên zanîngehê û ciwanên herêma Firatê jî di nav de bi sedan kes li Kobanê li dijî êrişên dagirkeriyê, xiyanet û tecrîda li Îmraliyê daketin qadan.
Girseya gel li Qada Jin a Azad li hev civiya û bi dirûşmeya “Bi vîna gelan û gerîla, faşîzm û dagirkeriyê têk bibin, xeta xiyanetê û tecrîdê bişikînin û Rêber Apo azad bikin” ber bi Qada Şehîd Egîd ve meşiya.
Piştî meşê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin û Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Enwer Mislim daxuyaniyek da.
Enwer Mislim destnîşan kir ku yekane rêya çareseriyê projeya neteweya demokratîk e û got, “Dijmin ji vê projeyê ditirse. Lewma bi her awayî êriş dike û dixwaze projeyê tune bike.”
Çalakî bi qîrîna dirûşmên li dijî xiyanet û dagirkeriyê bi dawî bû.