NAVENDA NÛÇEYAN –
Îdîa mezin bû, lê kêmasî jî hebûn
Şerekî dijwar hebû. Afirîneriya teqtîkî li vir girîng bû. Ji ber ku bi dijminekî hov re, di binê erdê de û li cihekî teng de û dorpêçkirî şer dihat kirin. Bi qasî afirîneriya teqtîkî ji xwe bawerî û ziravî ji girîng bû. Îdiaya ku “Em ê teqez dijmin li Girê Sor bişkînin” bi awayekî xwezayî bû sedema afirîneriya teqtîkî û lêgerîna şerekî mezin ji. Hêza gerîla ne tenê şer dikir, di heman demê de berpirsyariyeke mezin ji bi cih dianî. Ji ber ku nêzîkatiya ‘Ez ê vê bikim ez ya din nakim’ tunebû, herkesê çi bûya bila ew bû ya, peywir û berpirsiyariya xwe pêk dianî. Ne têkiliyên leşkerî û nîzamî, têkiliyên hevaltiyê di nava wan de serdest bûn. Her gerîlayek di nêrîn û beşdarbûna xwe de xwedî însiyatîf bû. Çi guncav bûya ew dihat sepandin. Di vî warî de ti pirsgirêk dernediketin.
Lê belê Girê Sor ji hinek dezavantaj û xweserî hebûn. Mînak dema êrîş li ser Mamreşo çêbûyî, gerîla li qadê de hebûn û ji girên din dihatin koordînekirin. Dîsa ji derve çalakî dihatin pêkanîn. Vê yekê ji bo berxwedana Mamreşo avantajeke mezin çêdikir û rê dida ku teqtîkên dewlemendtir werin bi kar anîn. Li Girê Sor rewş cuda bû. Ji ber ku li derveyê tûnêla şer, çi hêzeke gerîla li herêmê tunebû. Ji ber vê sedemê ne mimkûn bû ku dijmin bê dorpêç kirin, bi teqtîka lê bide û şûn de vekişe, bê belav kirin û neçar bimîne paşde vekişe. Her tişt li mal de, yanê di tûnêla şer de dihat kirin. Yanê bi gotineke din, kesê mino, destê mino bû û derfeta alîkarî û piştgirîya ji derve tine bû. Ji ber wê, wan dizanî ku wê ji derve arîkarî ji wan re newe û wê şerek ji derve ne qewime.
Dijmin dest bi bikaranîna gazê dike
“Artêşa mezin” bêçare mabû. Tevî hemû curê êrîş û hîleyan jî nekarîbû bi ser bikeve. Tesfiyekirin û teslîm girtina hêzên gerîla dane aliyekê, berovajî vê yekê, hingî roja paştir bû derbên mezintir dixwar û leşkerên wê di warê derûnî de têk diçûn. Te digot qey lehîstoka zaroka ye, bang dikirin û digotin “teslîm bibin.” Lê belê wan ji dizanî ev çi encamê nade. Li hemberî her banga “teslîm bibin” gerîla bi guleyan bersiv dida wan. Bang li ser bangê dihate kirin. Serbazî digot “Teslîm bibin, derdora we hatiye dorpêçkirin, hûn hemiyê bêne kuştin.” Mizgîna segvan ji banga wî bê bersiv nedihêla û bi guleyan bersiva wî dida. Artêşa Tirk bi fermandariya xwe ve ketibû di nava bêçaretî û bêhêvîtiyeke mezin de. Ferman ji serbazên herî mezin hatibû û gotibûn “gazê bavêjin, bombeyên gazê bavêjin mal de, divê yek jî ji wan sax ne filite.”
Roja 24 ê Hezîranê bû. Bi banga teslîm bibine re “tiştek” hatibû avêtin. Paşê ew “tişt” hate teqandin. Hêj 20 saniye sere nebûrî bû teqîneke din ji rû da. “Tiştê” ku hatî avêtin gaza kîmyewî bû. Dema ku kîmya dihate bikaranîn, her tim dengê teqîna dihat. Ya yekemîn gaza kîmyewî ya hatibû avêtin bû, ya duyemîn ji ew bû ku birhê lê bike da ku gaz ber bi nava tûnêlê ve biçe. Lê belê li gel vê jî gerîla li ber xwe didan. Hema cihde tekbîrên xwe digirtin û bi cîhazî axaftina xwe berdewam dikirin. Botanê ku di alola tije gaz de şer dikir, di cîhazî de digot, “Dijmin niha gazê bi kar tîne, bomba tavêje, lê rewşa me baş e.” Şer bi rastî ji êdî veguherî bû şerê moralî, îradê, vînê, baweriyê û bîrdoziyê. Li aliyekê avêtina gazên kîmyewî, li aliyê din ji şerê komek gerîla li dijî van gazan û vî neyarê hov hebû. Li vir vîn, dil polayî, bîrdozî û ruhê Apoyî hebû.
Bêhna şekirê şewitî jê dihat û rengê wê kesk bû
Yekemîn teqemeniyên kîmyewî yên ku wan bikar anîn, bîhnek mîna ya şekirê şewitî jê dihat. Mîna şekirî şirîn û rengê wê kesk bû. Her wiha dihat zanîn ku ji bûna mirov ji ber bêhna çekên kîmyewî aciz nebe, bêhnên xweş tevil dikirin. Dema ewilî bêhna gazê hatî Tekoşînê gotibû “Heval, bêhna vê çiqas xweş e”, ji ber ku wê nedizani bû ew gaza kîmyewî ye. Botanî, heval hişyar kirin û got, “Serê xwe bidin ber xwe, hûn ê bifetisin, gaza kîmyewî ye avêtîn, heke hûn ciddî negirin wê we bikuje.” Piştî demeke kurt bandora gazê derketibû holê. Ew ji derbê xwe xistibûn, bêhêz û sist û xav kiribûn. Hevalên li tebeqa jor hindik bûn, ji ber ku pergala hewa standinê ji bo îhtîmala bi kar anîna gazê nehatibû çêkirin, bandoreke mezin li wan dikir. Ji ber vê ji yên ku li tebeqa serî de diman, dem dem neçar diman ku dakevin xwarê. Piştî ku nefesek rehet distandin û bêhna wan fireh dibû, ew dîsa diçûn çepera serî.
Şopandina bi dûrbînê
Cihê ku jê re tê gotin lûtke, hinekî xirab bû, ji ber ku tûnêlên wê serbijor hatibûn vekirin. Dîsa jî dijmin di seetên nava rojê de jî herî kêm 50 mîtroyan ji derî dûr dima. Bombeyên gazê jî ji dûr ve diavêtin. Carekê gerîla çûn ji bû ku teqemeniyê li derî de danin, lê belê dîtin ku li ber derî tejî kevir in. Dijmin ji dûr ve ber tavêtin derî û dixwestin bizanin ka çi qeder di navbera wan û derî de heye. Dema ku bombeyek ji tavêtin, ji dûr ve tavêtin. Carna dengê leşkeran ji dûr ve dihat bihîstin. Bi tirkî dipeyivîn, lê belê hinek ji wan ji bi Kurdî diaxivîn û diyar bû ku wan cehşên ji herêmên cuda yên Kurdistanê ji anîbûn wî şerî. Kameraya ji derve êdî hatibû îmhakirin, dijmin bi dûrbînan ji deriyên ku nehatibûn eşkerekirin dihat şopandin, lê belê hemû gir nedihatin dîtin. Serbazên artêşa hov êdî dest bi bikaranîna her cure gazên kîmyayî kiribûn. Mînak êdî Gaza îsotê jî dihat bikaranîn.
Teqtîka vekişîna ji çepera bi navê “Lûtkeyê” hat sepandin.
Di hefteya ewil de dijminî bi dijwarî êrîş kiribû û li Mamreşo, Şehîd Serdar, Werxelê û Silêman gaza îsotê gelekî zêde bi kar anîbû. Li Girê Sor ji gazeke zêde, teqemenî û madeyên kîmyewî bi kar dianî. Piştî heftiya ewil, êdî gazê bandora xwe bi awayekî cidî dabû xwiyakirin. Di dawiya hefteya ewil de gerîla êdî ji kas ketibû û bi xurtî xwe digihandin çepera lûtkeyê. Hemû ji taqet ketibûn. Lê Botanê ku ji destpêkê ve li wir bû, niyeta wî ya derketina ji çepera lûtkeyê qet tune bû û gelekî bi biryar bû. Dijmin ji li wê derê ketibû di xeterê de; ji tirsa nediwêrî xwe nêzîkî derî bike û hema ji dûr ve gulebaran dikir.
Ev şerekî dijwar yê di navbera du hêzên ku di warê derfet û heyîna teknîkî de pirr ji hev cuda de bû. Hêzek xwedî her cure amûrên şer bû û ji bilî vê jî, vê hêzê çekên kîmyewî yên ku li dijî rêgezên şer yên navneteweyî bûn, bi kar dianî. Çi gazên bi jehrî biviya ew bikar dianî û zagon û rêgezên navnetewî û exlaqî ji qet ne di xema wan debûn. Ev hêz artêşa Tirk ya barbar bû. Di destê hêza din de ji tenê çekên biçûk û hin celebên bomba hebûn. Ev ji hêza gerîla bû. Tevî teknolojiya pirr mezin û pêşketî û serdestiya amûrên şer, vê artêşa barbar çekên kîmyewî bi kar anîbû. Jiber wê, hewcedarî bi pêşxistina teqtîkên cihê hebû.
Armanca gazê û çekên kîmyewî lûtke bû. Li ser esasê nîqaşan êdî lûtke wê nehata bikaranîn. Cihê ku dijmin lê xurt û herî zêde ji xwe re kirî armanc evder bû, lewma divê ev çeper êdî nehata bikaranîn. Nêrîna giştî di vî warî de bû û wisa kirin. Deriyê lûtkeyê hat berdan û hêzên gerîla ji wir vekişiyan.
“Lehîstoka derî girtinê”
Di rojeke ku şer herî zêde dijwar û herî zêde gaz dihat avêtin de, Mizgîn û Baz bi jehrî ketibûn û dilê wan bûrî bû. Mizgîn û Baz bi maddeyên wekî leymûn, kolanî û paçikên şil hatibûn li ser hişê xwe û dîsa cihê xwe di çeperên şer de girtibûn. Hingî gaza îsotê hatibû bikaranîn, êdî gerîla ji elimî bû wê û hînî tedbîrên nû bûbû.
Dijminî di heman demê de êrîşî hemû deriyan nedikir, gav bi gav, hêdî hêdî û bi hişyarî pêşde diçû. Cihê ku herî zêde leşkerên dijminî derbe lê dixwarin deriyê Çarçela bû. Ev derî di heman demê de yek jê cihên herî qels yê tûnêlê bû. Ji ber vê yekê ji aliyekê ve gerîla her tim hewl dida vî derî asê bike, ji aliyê din ve ji dijminî li vir gerîla hedef girtibû. Hingî gerîla ev derî digirt û asê dikir, dijmin bi teqemeniyan dîsa derî vedikir. Ji ber ku zêde enerjî û dem digirt, derî vekirî hêlan. Dema ku dijminî di deriyê vekirî mayî re mîna dehbên hov êrîş dikir, hêzên gerîla ji bi teqtîkên nû li wan dida. Dijminê ku derbên giran ji gerîla dixwar, di dawiyê de neçar ma ku bi xwe derî bigire. Ya rast ev teqtîkek bû ku gerîla bi zanebûn pêşxistibû. Ev teqtîka derî veke-bigire bû, bi gotineke din lehîstoka “derî girtinê” bû.
Dijmin rojê bi dijwarî êrîş dikir, bi şev jî paşve dikişiya. Baz li deriyê Çarçela dima û ev derî bi qasî 3 mîtroyan ji aliyê gerîlayan ve hatibû dadan. Deriyê Çarçela êdî ne deriyekî şer bû, tenê weke deriyê kontrol û zêrevaniyê dihat bikaranîn. Lê belê, tevî vê yekê ji dijmin bi giranî ev derî bombebaran dikir, bi B7 û BKC yê lê dixist û bi TNT’ê dixwest derî biteqîne. Piştî ku herdu derî hatîn girtin, dijmin demeke dirêj bêdeng ma. Heta 6 î Tîrmehê…