QAMIŞLO – Dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê di 17’ê Nîsanê de li dijî Herêmên Parastina Medyayê êrîşeke berfireh dane destpêkirin. Di çarçoveya seferberiya ku Komalên Ciwan ragihandî de, ciwanên Rojavayê Kurdistanê dan diyarkirin ku ewê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşeke dirêj ku ji 30’ê Gulanê de destpêbike li darbixin. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger yên ku wê tevlî meşê bibin, ji ajansa me re axivîn û dan diyarkirin ku armanca wan ji vê meşê tunekirina dagirkeriyê ya li ser axa kurdistanê ye.
Di serî de ciwanê bi navê Mihemed Mehmûd got, “Beriya her tiştî em li pêşberî hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û êrîşa dewleta Tirk a li zap û Metînayê şermezar dikin. Dewleta Tirk a dagirker di 17’ê Nîsanê de bi piştgiriya PDK’ê êrîşî çiyayên azad kiriye. Malbata Barzanî careke din xiyaneta xwe dubare dike û xiyaneta xwe ya bi dehan salan didomîne. Teknîka pêşketî ya dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û çekên qedexe êrîşî gerîla dike, lê belê berxwedana bê hempa û vîna mezin a gerîla rê li ber têkçûna dijmin vekir. Ev êrîş ne tenê ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin, di heman demê de bi serkêşiya çeteyên malbata Barzanî tê kirin. Em vê êrîşa li serê çiyan ji rojava şermezar dikin û berxwedana gerîlayan silav dikin.
Weke tê zanîn Komalên Ciwan seferberî îlan kiriye, em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger banga seferberiyê hembêz dikin û em di 30’ê Gulanê de meşeke dirêj li dar dixînin û ji saet 11.00’an ve li bajarê Qamişlo destpê dike û heta Dêrikê berdewam dike. Armanca vê meşê silavkirina berxwedana gerîla ye û ciwanên Bakur-Rojhilatê Sûriyê dê li dijî îxanet û dagirkeriyê tevlî meşê bibin. Di meşê de wê sînevîzyona li ser berxwedana gerîla bê nîşandan û şahiyek bê lidarxistin. Herî dawî em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku li dijî xiyanet û dagirkeriyê serî hildin. Divê ciwanên Başûr jî li dijî xiyaneta malbata Barzanî helwestê nîşan bidin.”
Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Jiyan Mihemed got: “Ev êrîş ne tenê li dijî gerîla ye, êrîşa li dijî tevahî gelê Kurd e. Dijmin dixwaze hebûna xwe li ser tunebûna me ava bike. Weke ciwanên Kurd em vê qebûl nakin. Hemû ciwanên Rojava weke ciwanên Kurd, li dijî van êrîşan wê meşeke girseyî li darbixe. Em jî weke ciwanên Rojava meşa rûmet û serkeftinê ve hembêz dikin. Meş wê ji Qamişlo heta Dêrikê dewam bike. Em bang li ciwanan dikin ku tevlî vê meşê bibin.”
Ciwanê bi navê Dilbirîn jî li ser êrîşên dagirkeriyê axivî û got, “Em berxwedana gerîla ya li Zap û Avaşînê silav dikin. Ji 17’ê Nîsanê û vir ve li dijî dagirkerî û xiyaneta PDK’ê berxwedaneke mezin tê kirin. Gerîla li dijî çeteyên Roj û teknîka dewleta Tirk bi teknîkeke biçûk di stuyê wan de şer dike û em vê berxwedanê silav dikin. Berxwedaneke mezin heye. Komalên Ciwan li ser vê bingehê bang li hemû ciwanên Kurdestanê dike ku tevlî seferberiya ji aliyê Ciwan ve hat ragihandin bibin. Emê di 30’ê Gulanê de li bajarê Qamişlo dest bi meşeke dirêj bikin û wê 3’ê rojan dewam bike, wê pêşandana sînevziyonê û şahî werin li darxistin. Em bang li hemû ciwanan dikin ku ji bo silavkirina berxwedana gerîla tevlî meşê bibin.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mehmûd Hisên jî got; “Di 17 ‘ê Nîsanê de dewleta Tirk bi hemû çekên giran û çekên qedexekirî li hemberî gerîla dest bi êrîşên li dijî çiyayên azad kir, lê bi berxwedana gerîla û gel re dijmin têk çû û nekarî bi ser bikeve. Komalên Ciwan seferberî îlan kir û em jî weke ciwanên şoreşger beşdarî seferberiyê dibin û meşeke dirêj li dar dixînin. Em bang li hemû ciwanan dikin ku tevlî meşê bibin.”
NC// Hozan Can