DÊRSIM – Xwendekarên Zanîngeha Dersimê roja Pênçşemê li dijî Weqfa Ciwanên Tirkiye (TUGVA) ku bi navên ‘Buroya Ciwanan’ û ‘Navenda Ciwanan’ li zanîngehê kar dike, çalakî lidarxistin.
Polîsên ku danê sibehê bi TOMA û wesayîyên zirxî zanîngehê dorpêç kirin, êriş birin ser xwendekarên li kampûsê govend digerandin.
Polîs bi gotinên ‘Govendê negerînin. Hûn bi govendgeradinê çalakiyê dikin” êriş birin ser xwendekaran.
Herî kêm 5 xwendekar destgîrkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya li Bajêr.