LONDON – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) bang li wan kirin ku beşdarî çalakiyên Meşa Dirêj a 3’ê rojan a li Ewropayê li dijî dagirkerî û êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdistanê bên li darxistin bibin.
Ciwanan ji bo tevlîbûna ji meşê re bang li tevahî ciwan û gelê welatparêz kirin ku êdî li dijî êrîşên dagirkeriyê û xiyanetê rabin ser piyan, piştgirî bidin berxwedana gerîla û rê ji dagirkeriyê re nedin.
Ciwanan destnîşan kirin ku wê ev meşa wan ij 30’ê Gulanê heya 1’ê Hizêranê dewam bike û gotin;” Ji ber zêdebûna êrîşên dewleta Tirk ya dagirker ên li Başûrê Kurdistanê û Rojava, em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku beşdarî meşa a 3’ê rojan bibin. Ev xwepêşandan wê 30’ê Gulanê, 31’ê Gulanê û 1’ê Hezîranê saet di 11’an de li London, Kurdistan û li seranserê Ewropayê bên li darxistin.”
Di çarçoveya hemleya “Kurdistanê biparêze” de divê em li dijî xiyanet û dagirkeriyê rabin ser piyan û tevlî têkoşîna azadiyê bibin.
Cih û dîroka çalakiyan wiha ye;
- Dîrok û Demijmêr: 30/05/2022 – Di demijmêr 11:00’an de
Cih: Hertford Rd, Einfield - Dîrok û Demijmêr: 31/05/2022 – Di demijmêr 11:00’an de
Cih: Dalston Lane, Hackney - Dîrok û Demijmêr: 01/06/2022 – Di demijmêr 11:00’an de
Cih: Highbury Garden, Isligton