SILÊMANÎ – Di 25’emîn Festîvala Navneteweyî ya Gelawêj de pirtûkên Rêberê Gelê Abdullah Ocalan tên pêşandan. Wê festîval heta dawiya mehê berdewam bike.
Di çarçoveya bernameya 25’emîn Festîvala Navneteweyî ya Gelawêj de, di roja sêyemîn de pêşangeha pirtûkên li Kargeha Cîgare ya Silêmaniyê berdewam dike. Zêdetirî 25 weşanxaneyên Herêma Kurdistanê û Iraqê tevlî pêşangehê bûne.
Wê pêşangeh heta 31’ê Gulanê bedewam bike. Gelek pirtûkên navdar ên cîhanê di pêşangehê de hene. Beşek ji berhemên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan jî hene.
Pirtûkên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ên weke, Parastina Mirovê Azad, Şoreşa Nû, Jiyana Civakî, Dadgeha Dîrokê, Hîmê Jiyana Azad ji aliyê Navendên Xezelnus, Cemal Îrfan û Pirtûkxaneya Wişe ve hate pêşandan.