NAVENDA NÛÇEYAN – Weysî Tallî Ji ajansa Nûçe Ciwan re nivîsek derbarê rola ciwan û erka ciwanan ya di vê pêvajoyê de nivîsandî.
Nivîsa Weysî bi tevahî wisa ye;
Di rewşeke welê de ku mirov ferdê xak, civak û neteweyekê be tim hatî perçiqadin û talankirin; ne mimkûn e ku mirov serî li ber nerake. Nesaxim tim şer û kuştin bûbe parçeyek ji jiyana rojan e, têkoşînê ferz dike, berxwedan dibe kareke nebe nabe ye. Ji bo vê erdnîgariya ku bi hezaran ewlad bûne qurbanî û di rêya serketin û serfiraziyê de meşek 50 salî heyî, dihêle ku mirov zêdetir ber bi wê biçe û bibe parçeyek ji wê. Îro mirov nikare jê bireve.
Di vê 50 salên têkoşîna xedar de, encameke welê derket ku ti hêz û alî ne li bendê. Navê qewm û neteweyek li ser rûyê dinê û hemû rûpelên dîrokê hatî jêbirin û betonkirin, ji nû ve bi xwînê hate neqişandin û bû yek jî aktorê esasî yê Rojhilata Navîn. Gelo ma mirov dibe nebe parçeyek ji vê? Dibe di dîroke wiha de cih negire û pêre nebe? Eger nebe, şaştî û windahiyek herî mezin e.
Ji bo wê ye ku ciwanên Kurd, Ereb, Çerkez, Asûrî-Sûryanî yên ji nû ve di nava agirê şoreşê de, di serî de xwe û civaka xwe, netew û erdnîgariya xwe, dost û dijminê xwe nas dike, tevlîbûna nava şoreşê yek ji karê herî pîroz û qudret e. Ji ber ku qedera vî gelî yên li ser vê erdnîgariya ku bi xwînê hatî avdan û ji nû ve tê azadkirin yek e. Ji bo wê ciwanên vî gelî jî divê bi hev re ji bo azadiya gelan têkoşîn bike.
Di vê pêvajoya çarêka sedsala 21’ê de ku li dijî tevgera Azadiya Kurdistanê êrîşeke hovan e, bi her cûre çekên qedexe û kîmyewî li qadên gerîla li ser Rojava, Başûr û Bakur tê kirin, erka esasî ya ciwanan li ber vê serî rakirin e. Çawa ku tevgera me vî şerî weke ‘Şerê Hebûn û Nebûnê’ pênase kir, banga seferberî kir, divê heman rengî ciwanên Kurd di serî de hemû ciwanên pêkhateyên herêmê li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî û seferberiyê rabe.
Tevlîbûna ciwanên Kurd û Ereb ên li Rojava li ser vî esasî ye. Li ser esasê biratiya gelan û parastina rûmet û kerameta gelên herêmê ye. Ji ber ku Şoreşa Rojava ne bû şoreşa Kurdan tenê, bû şoreşa gelê Ereb, Çerkez, Asûrî-Sûryan û hemû pêkhateyên Herêmê, ji bo wê jî tevlîbûna hemû ciwanên herêmê esas e.
Di vê pêvajoyê de ciwanên Kurd ji berî nan û avê divê berê wan li çiyayên azad û şoreşê be. Em birevin em ê nikaribin ji bin vî barî xilas bibin. Em ê weke gel û netew nikaribin sed sal din, di çarçoveya şoreşa îro tê kirin de encaman bi dest bixin. Dîsa em ê ewladên xwe yên herî hêja bikin qûrban. Îro ji her demê bêhtir şert û mercên têkoşînê heye. Ji her demê bêhtir gerîla derbên mirinê li dagireker û nokeran dide.
Rewşa Efrîn, Serkanî, Girê Spî û xetên sînor li ber çav e, gelo kêliyek bifikirin Kurdistan tev bê dagirkirin wê halê me çawa be? Ji bo bajar û gundê me nebin Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, ciwanên me li pey panzeran li Cizîr neyên şewitandin û panzeran kişandin. Li tunelên şer bi çekên qedexe neyê qetilkirin, divê li gel wan cih bigirin, rojek berî rojekê dijminê xwe li Zapê, Avaşîn û Metînayê bikin binax bikin. Erk û mîsyona me ciwanan niha ev e. Pêvajo vê ji me dixwaz e.
Niha dewleta Tirk a dagirker hewldanên êrîşeke muhtemel a berfireh li ser Rojava dike, xistiye rojeva xwe, ji bo vê êrîşê jî bike çi ji destê bê wê texsîr neke. Li Başûrê Kurdistan bi hevkariya PDK û nokeran dest bi êrîşeke topyekûn a tinekirinê kiriye. Gerîla li ber xwe dide, divê ciwan jî nesekinin. Di rewşeke wiha de divê ti ciwan ji erka xwe ya demê nereve. Ciwan pêşiya xiyanetê bigire. Noker û hevkaran kifş bike û lê bide.
Sedemê ciwan tevlî şoreşê bibe hene. Eger ku welatê mirov bindest be, ziman û çanda mirov qedexe be, cil û bergê mirov qedexe be, ax û kerameta mirov li bin lingan be; ar û namûsa mirov welatê mirov dagirkirî be, cih negirtina nava şoreşê û gerîla, bêrûmetiya herî mezin e. Herêmên dagirkirî li ber çav in, hovîtiya li wir tê kirin, di serî de jin û ciwan şahidê vê ne, hemû gel şahidê vê ne çi bi serê wan tê. Ev hemû sedemê tevlîbûna nava şoreşê ye, tevlîbûna gerîla ye.
Eger ku hestiyên ewladên me, ji nava goristanê tê derxistin û li bin peyarêya ku her kes bi ser re dimeşe dane, ev sedemê tevlîbûnê ye. Eger ku hestiyê gerîlayên me di kargoyan de dişînin ji bo dayikan, ev sedemê tevlîbûnê ye. Eger ku girtiyên azadiyê bi êşkenceyê qetil dike, ev sedemê tevlbûnê ye. A herî girîng jî eger welatê me bindest be, serokatî û rêbertiya me girtî be, li nava êşkence û îzalasyoneke tund de be, tevlî nebe çi bike? Ev hemû sedemê tevlîbûn û tolhilgirtinê ne. Ciwan vê neke wê kî/ê bike. Ciwanên Kurd pêşengtiyê vê neke wê kî/ê bike. Ji bo wê ye ku di vê qonaxê de ku ji her alî ve têkoşîn xurt û geş e, êrîş geş in, cihgirtina nava refên gerîla erka mirovî û exlaqî ye.
Jiyan rojek be, bila serfiraz be. Bi hezaran ewladên vî gelî ji bo rojek serfiraz bijîn, şehîd ketin. Bi hezaran ciwan niha li tunelên şer ji bo roje azad û serfiraz bijîn, li dijî her cûre çekên qedexe û kîmyewî bi vîneke ji pola serî hildan e. Serî li ber dijmin nadanin. Ji bo wê ye ku divê ciwan vî şerî weke şerê serfirazî û serketinê bibîne û wisa tevlî bibe. Welat û xakek bindest me heye, sedemê me gelek in em tevlî bibin û tolê ji dijminên xwe hilînin.
Derfetê îro heye her ciwanek vê bike, qad û hêzek heye ciwan xwe li nav bibîne û têkoşîna wê bike.
Niha jî dem ew dem e, cih ew cihe, xak ew xak e ku tolê ji dijminên xwe hilînin. Erk û mîsyona vê demê ew e, ciwan bi bi biryardarî, cidî û serbilindî li her cihê lê bi erka xwe ya demê ya şoreşgerî rabe. Ji derveyî vê her karê ciwan bike, wê ji bo gel, netew, çand û ziman kêm be, nebes be. Yek rê heye ew jî cihgirtin û têkoşîn kirin e. Ji derveyî vê ji bo ciwanan nayê qebûl kirin û divê ciwan layîqî xwe nebîne. Li her maleke me wêneyê şehîdek me heye, divê çek û cihê wî/ê vala nemîne….