NAVENDA NÛÇEYAN – Malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku hêzên wan hurguliyên 3 buyerên kuştinê ku di dema dawî de pêk hatine eşkere kir.
Hêzên Ewlekariyê diyar kir ku 2 sûc li bajarê Qamişlo pêk hatine ew jî wiha ne:
”Di 15`ê Gulana 2022`an de buyera kuştina welatiyê bi navê Ebdulezîz Ferhan Şemdîn û di 19`ê Gulana 2022`an de buyera kuştina welatiyê bi navê Ferhan Nezîr Mecîd pêk hatin.
Her wiha li bajarê Hesekê buyera kuştina zaroka bi navê Weed Semîr El-Hisên ku di 24`ê Gulana 2022`an de rû da.
Hêzên Ewlekariyê piştî guman û lêkolînan, sûcdar girtin û lêpirsîn bi wan re kirin. Derket holê buyerên kuştinê bi sedemên kesayetî pêk hatine.”
Hêzên Ewlekariyê teqez kir ku nûçeyên li ser medya civakî dihatin belavkirin ku digotin kuştin bi sedemên dizîn û serdegirtina malan de pêk hatine ne rast in, armanc belavkirina tirsê di nava şêniyên bajarên Qamişlo û Hesekê bû.
Hêzên Ewlekariya Hindirîn di dawiya daxuyaniyê de got, ji bo lêpirsîn bên temamkirin û tedbîrên qanûnî bên kirin, ew ê sûcdaran bişînin serdozgeriyê.