NAVENDA NÛÇEYAN – Yek ji pêşmergeyên PDK’ê ku naxwaze li dijî gerîla şer bike, nûçeyên PDK’ê yên derew ku herî dawî parvekiriye û gotiye gerîla pêşmergeyan qetil dike, deriwand. Pêşmergeyê PDK’ê diyarkir ku PDK’ê li ser navê wan ji leşkerên Tirk re bargehan ava dike û got; “Destpêkê gumanên min nîn bûn ku ew bargeh ji bo leşkerên dewleta Tirk tên amade kirin, piştre piştî ku bargeh li ser navê pêşmerge hate avakirin û bi cilên pêşmerge li wan deran geriyan, em jî ji wê derê ber bi gundê Mîska ya li Kanî Masiyê ve hatin veguhestin.”
PDK’ê avakirina bargehan li cihên stratêjîk ji bo dagirkeran dewam dike. Ev bû 3’ê salin ku PDK’ê ji bo dewleta Tirk ya dagirker, bargehên leşkerî li ser navê pêşemergeyan ava dike. Ev bargeh li gorî endazyarî û sîstema ku dewleta Tirk dixwaze tên avakirin. PDK’ê û dewleta Tirk ve, baş dizanin ku gerîla tu carî êrîşî pêşemergeyên PDK’ê nake, ji ber vê jî bi navê pêşmergeyan bargehan ava dikin, lê di nava bargehan de yên ku bi cih dibin leşkerên Tirk yên dagirkerin. Ev bargeh bi riya Elî Eunî ku yek ji endamên serkirdatiya PDK’ê ye, (Elî Eunî, li Zaxo berpirsê leqa 8’an ya PDK’ê ye), û Emer Oreyî ku li Amêdiyê ew jî cihê xwe di berpirsyartiya leqa 18’yemîn ya PDK’ê de digire, tê kirin. Di derbara vê mijarê de pêşmergeyekî ku nikarî navê xwe vebêje wiha got; “Li çiyayê Xakê Haydan, PDK’ê bargeheke mezin bi navê pêşmergeyan da avakirin, herî dawî piştî ku ew bargeha xilas bû, em ji wê derê derxistin û leşkerên Tirk tê de bi cih kirin.”
Heman pêşmergeyî da diyarkirin ku kesekî Tirk, rojane bi cilên sivîl weke taqim û rîbatan li xwe dikir, dihat pere dida ajokaran û got; Ev bargeh bi awayekî bê navber di nava 2 mehan de, bi şev û rojan kar tê de dihat kirin. Destpêkê gumanên min nîn bûn ku ew bargeh ji bo leşkerên dewleta Tirk tên amade kirin, piştre piştî ku bargeh li ser navê pêşmerge hate avakirin û bi cilên pêşmerge li wan deran geriyan, em jî ji wê derê ber bi gundê Mîska ya li Kanî Masiyê ve hatin veguhestin. Her ku dem derbas dibû, me texmîn dikir ku emê li wê derê bi cih bibin. Lê niha leşkerên Tirk li wê derê bi cil û navê me bi cih bûne, li çiyayê Xakê Haydan alên dewleta Tirk hatiye bilindkirin, ev yek jî pir zora min çû, ji bo vê min xwast bi raya giştî re vê bidim parve kirin.”
Dîsa pêşmergeyê PDK’ê da diyarkirin ku yên vê karî birêve dibin hemû cihên xwe di fermandariya PDK’ê de digirin û got; “Fermandarê vê karî kesekî bi navê Muqedim Yusf Xace Şîlanî ye, ku berpirsê fûca 2’an ya ser bi lîwaya 4 ya leşkerê peya a PDK’ê ye. Ya rast PDK’ê ev 3’ê salin li dijî gerîla planên bi vê rengî dide meşandin, di serî de ya ku rêveberiya ji van planan re dike Elî Eunî ye. Di dîmen de Elî Eunî dixuya ku ew jî hatiye cihê bargeh lê hatiya çêkirin, lê ji bo dawî anîna li vê planê destxwaşiya Muqedim Yusif Xace dike. Çiyayên Xakê Haydan dikeve gundê Girê Biyê, a girêdayî navçeya Bêgov ya bajaroka Batûfa li herêmê Heftenînê. Ev çiya cihekî stratêjîke ku gerîla li wê derê hertim derbên giran li leşkerên dagirker dixe û bêyî ku zirar bibîne xwe li wê derê diparêze. PDK’ê pir bawere ku gerîla tu carî pêşmergeyan qetil nake û êrîş nayîne ser wan, ji bo vê li hin riyan digere ku bi wan hincetan êrîşî gerîla bike, lewra bi destê pêşmergeyan ev bargeh ji leşkerên Tirk yên dagirker re da ava kirin.
PDK’ê bi riya nûçeyên derew, dixwaze gerîla sûcdar bike
Di 26’ê Gulanê de ji aliyê ragihandin û medyayên PDK’ê ve li ser birîndarbûna pêşmergeyê bi navê Mihemed Fazil Mihemed derewên ku tê de dibêjin gerîla ew birîndar kirine, rastiya bûyerê derkete holê. Hat diyarkirin ku gerîla wê demê êrîşî leşkerên Tirk ên dagirker kiribû, yanê hedefa gerîla leşkerê Tirk yê dagirker bû, bi vê awayî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê derb li hedefa xwe xistin û 2 leşkerên Tirk yên dagirker ceza kirin. Wê demê jî pêşmergeyê PDK’ê Mihemed Fazil Mihemed li gel leşkerên Tirk yên dagirker bû, ji wan rê nîşan dida, ji bo vê ew jî di encama pevçûnê de birîndar bû.
Ev çend rojin ku ev pêşmergeyê birîndar li ber kemîreyan bi riya sexta PDK’ê derewan dike û dibêje ku gerîla ez birîdar kirime, di heman demê de serdana vî pêşmergeyî ji aliyê berpirsê parêzgeha Dihokê û berpirsê liqa 18’an ya PDK’ê a Amêdiyê ve tê kirin. PDK’ê wê birîndarbûna vî pêşmergeyî ji bo xwe bike hinceta hevkariya bi dagirkeriyê re. Wê tu carî nepirsin bê ka ev pêşmerge ya ku navê parêzvana şerefa gelê xwe li xwe kirî, li kêleka leşkerên Tirk yên dagirker û qirker di heman bargehê de çidike.